Îroj

19'ê Sermawez

19ê Sermawez

Di sala 1977’an û di rojekê wekê îroyê de Benazîr Bhutto dibe serokwezîra Pakîstanê. Benazîr Bhuttu jina herî pêşîn bû serokwezîra welatekî Îslamî.

Benazîr du caran bû serokwezîra Pakistanê, cara pêşîn li 1988ê û cara duyê li sala 1993ê. Dema jibo caran pêşîn bûye serokwezîr,piştî 20 mehan ji aliyê serokkomar Xulam Îshaq Xan ve bi tawanên berguman yên gendlî û fesadê ji karî hat ladan. Cara duyê jî piştî sê salan (li sala 1996ê) ji aliyê serokomar Farûq Lexarî ve bi heman tawanan hat ladan.

Benazîr ji sala 1999ê heta sala 2007ê li derveyî Pakistanê li surgunê dijiya. Piştî vegeryanê wê bo welatî, ji aliyê hikumeta leşkerî ya serokkomarê niha yê Pakistanê General Pervîz Muşerrefî ve kar û xebatên wê yê siyasî dihatin astengkirin. Ew carekê jibo çend rojan di mala xwe da hat bendkirin û mafê wê yê derkevtina ji mala xwe nebû. Li dawiyê jî, dema xwe jibo propagendeyên wan hilbijartinên giştî yên nû amade dikir ko bi êrîşeka xwekujîyê hat kuştin.

Heta nehatiye zanîn ka kujerên wê kînin. Lê li ser daxwaza Serokkomarê Pakistanê Pervez Musharraf ve ji polîsê Brîtanyayê hatiye xwestin ko lêkolînan liser wê bûyerê bikin. Partiya Benazîrê,Partiya Gelê Pakistanê, daxwaz kir ku karkom yan jî komîteyeka navneteweyî lêkolînan bike.Li goreyê ragehandinên destpêkî yên Polîsê Brîtanyayê polîsê Pakistanê piraniya şûnwarên rûdanê pakij kirine. Ev jî îhtîmala desttêdahebûna hikumeta Pakistanê di wê kiryara kuştinê da zêdetir dike.

Benazîr keça mezin ya serokwezîrê ji-kar-ladayî yê Pakistanê Zulfeqar Elî Buhto ye. Babê Zulfeqarî jî Sir Shah Nawaz Bhutto bû. Bavûkalên Zulfeqarî ji Sindê û ji malbateka Şîa bûn. Dayka Bênezîrê, Begum Nusret Buhto ji Kurdên Pakistanê ye. Malbata Begum Nusretê jî Şîa ne.

Benazîr  felsefe, siyaset û aboriyê li Zanîngeha Oksfordê xwîndine. Wê bawernameyek jî li Zanîngeha Harvardê wergirtiye.

Wê li Pakistaneke nûjen û xwedî demokrasiyeke rojavayî digeriya. Têkiliyên wê bi DYA û Ewropayê re xurt bûn. Bi kuştina wê re artêşa Pakistanê herçendî bi fermî şermezarkirinên xwe diyar kir jî, alîgirên Bhutto wekî berpirsiyar artêş dan nîşandan û l i seranserê Pakistanê mîtîng û çalakiyên mezin lidarxistin.

Rojbûn                         21ê Tirmehê 1953
Cihê jidayîkbûnê           Keraçî
Roja mirinê                  27ê Berfanbarê 2007
Cihê mirinê                   Rawalpindi
Hemwelatî                    Pakîstan
Eslê xwe                       Urdu
Pîşe                              Siyasetmedar

Back to top button