Eve demek e li hinek deverên Kurdistana Bakur ji aliyê PKKê ve xweserî hatiye ragihandin. Roja xweserî hatî ragihandin heta vê gavê li hinek navçeyên Kurdistana Bakur şerek di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiya Tirk de heye.
Li ser vê yekê zêdeyî hezar akademîsyen û rewşenbîrên tirk û kurd daxûyaniyek ragihandin. Sedema ku di daxûyaniyê de HDP yan PKK nayê rexnekirin û her behsa wan nayê kirin, tenê hukumet tê tawanbar kirin, serokkomar û serokwezîr bi tundî ev rewşenbîr û akademisyen rexne kirin.
Bi sedema ku propaganda PKKê tê kirin di derbarê hinek akademîsyana de lêpirsîn hate vekirin û heta çend ji wan akademisyena ji kar hatin dûr xistin.
Herweha beşek din ji akademisyenên din jî rexne li xwediyê daxûyaniyê dikin û dibêjin ew yekalîne.
Niha jî 19 ji wan akademisyena hatin binçav kirin.