Îroj

16'ê Gulan

16’ê Gulan

Di sala 1926’an û di rojekî weke îroyê de Serhildana Agirîy destpê kir.

Serhildana Agirîyê ya yekem

Serhildana Agiriyê ya yekem di 16’ê gulana sala 1926’an de destpê kir.

Xoybûn

Xoybûn (Xwebûn) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wi hatiye damezirandin.

Di sala 1924 an da, Îhsan Nûrî (paşê Îhsan Nûrî Paşa) ku li Stenbolê perwerdetîya leşkerî hildabu û di artêşa Komara Tirkiyeyê da kar dikir, li Elkê (Beytuşebab) yê fîrar kir. Di sala 1928 an da Îhsan Nûrî Paşe, Ardeşir Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevanîya Rêxistina Xoybûn a ku li Sûrî yê disekine dest bi planeke serhildaneke nû kirin. Vana grupeke piçuk çêkirin. Kesên ku di grupêdane bi çekên modern hatin bi teçhîzat kirin. Taktîkên leşkerî dane vana. Ev grup berve Çiyayê Agirî yê çun û Serhildana Xoybûnê dan destpêkirin. Ev grup dema ku berve Çiyayê Agirî yê çun, Bidlîs, Wan û cî û warên dora Gola Wanê bi dest xistin. Îhsan Nûrî Paşe di navbera salen 1929-1930 an da Rojnama Agirîyê derxist.

Di salan piştî 1925’an de di encama zordestiya li dijî kurdan, li Agiriyê eşîreta celalî û Eşîrên din rabûn raperînê… paşê hêdî hêdî her hêlê kurd beşdarî vê serhildanê bûn paşê komara kurd a agirî hat avakirin.

Biro´ye Hesikê Têlî, li ciyayê Agriyê dest bi serhildanê dike. Ihsan Nuri Pasa ji xwe dighinê. Sêx Ebdulqadirê Celalî jî alîkariya wan dike û ser berfireh dibe û dewam dike. Ixdir, Tendûrek, Erdîs, Caldiran, Wan, Botan, Bitlîs û Diyarbekir jî tevlî serhildanê dibin.

Hêzên komara Tirk, êrîsên mezin tînin ser wan, Kurdistanê dixin gola xwînê. Ji Hekari heya Beytulsebab û Semzinan gundên servanan di sewitinin. Hêzek Tirka ya giran de binê emr û fermana Kemaleddîn Samî Pasade ji bajarê Wanê dest pê dike heya Caldiranê qirkirinek wisa cedike ku di dîroka cihanê de nehatiye bihistin.- Li aliyê paradajî, hêzên Îraniyan êrîsê tînin ser gundê Kurdan. Ev herdu hêzên hevalbend, di gelek demên dîrokê de destên xwe dane hev, dijminiya xwe li hember gelê Kurd eskere kirin e. Di sala 1930´a de leskerên Tirkan êrisê tînin ser geliyê Zîlan, gundan xirabdikin û pazdeh hezar jin, zarok, pir û kalên gundiyan dikujin, bi singuyan zarokan ji zikên dayîkên wan derdixin û perce perce dikin, her wekî demên xwe yên berê quretî û hovîtiya xwe nîsan didin. Ev wehset û cenawertiya ku tirkan li wir kirine, be bi qeleman tê nivîsandin ne jî bi ziman tê teswîrkirin. Ev êrîsa hovîtî bi alîkariya casûs û xayînan dawiyê li serhildana Agriye tîne.

Eşîrên Soxanlî, Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîm ê Broson û hevalên wîra civîyan û serî rakirin. Ji Îran ê jî 1000 siwarî hatin tevî vana bun. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji alîyê Komara Tirkiyeyê hate pêk anîn biserneket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê da cardin erîş kirin. Li ser vê erişê serhildarên Serhiladanên Agirîyê çune Îran ê. Komara Tirkiyeyê ji Îran ê xwes ku sînorê xwe tevxe û tedbîren pewistin bigrê.

Serhildana Agiriyê ya yekem ta Serhildana Agiriyê ya duyem ( 13’ê îlon a 1927 ) berdewam kir.

Back to top button