13 milyon hilbijêr neçûne ser sindoqan
Li gor encamên hilbijartinên herêmî yên ku roja Yekşemê hatin lidarxistin, hejmara dengderên ku çûne ser sindoqan û deng nedane û dengên wan hatine pûçkirin, hatin diyarkirin. Li gor daneyên YSKê, rêjeya hilbijêrên ku neçûne ser sindoqan û hilbijartin boykot kirine rekora 20 salên dawî ye.
Hat zanîn ku di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya 31ê Adarê de ji 61 milyon û 430 hezar û 934 hilbijêran zêdeyî 13 milyon hilbijêr neçûne ser sindoqan û 2 milyon û 200 hezar û 42 deng jî hatine betalkirin. YSKê rêjeya beşdariya hilbijartinên Tirkiyê ji sedî 78,55 ragihand.
Di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya 2019an de ji 57 milyon û 87 hezar û 743 hilbijêran 48 milyon û 271 hezar û 511 hilbijêr çûn ser sindoqan, 8 milyon û 816 hezar û 232 hilbijêran jî dengê xwe nedan. Beşdariya hilbijartinan ji sedî 84,67 hat tomarkirin.
Di 20 salên dawî de rêjeya herî zêde Di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya 2024an de hejmara hilbijêran 4 milyon û 343 hezar û 191 zêde bû û derket 61 milyon û 430 hezar û 934an. Di hilbijartinên ku 48 milyon û 256 hezar û 541 hilbijêran dengê xwe dan, 13 milyon û 174 hezar û 393 hilbijêr neçûn ser sindoqan. Ji dengan 46 milyon û 46 hezar û 499 deng erênî hatin dîtin, 2 milyon û 210 hezar û 42 deng jî hatin betalkirin.
Rêjeyan neçûna ser sindoqan an jî botkotkirina hilbijartinê di 20 salên dawî de xwe gihand asta herî bilind.