Civak

127 RCS ji Erdogan xwastin pêngavan bavêje

Diyarbekir – 127 Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) li Diyarbekirê tirsa xwe ji dubarebûna şer piştî bi dawîbûna biryara “bêçalaktiya” PKKê ku heya 20 vê mehê didome, anîn ziman û ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwastin pêngavên pêwîst bo rakirina wê tirsê bavêje.

stkerdoganaciklama127 rêxistinên civaka sivîl îro li Parka Sumer ya Diyarbekirê civînek çapemeniyê lidarxistin.

Di vê civînê  de ku hevserokên Kongira Civaka Demokratîk (DTK) Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Serokê Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê Galip Ensarioglu û Nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn, daxûyanî ji aliyê Mehmet Emin Aktar Serokê Baroya Diyarbekirê ve hat xwandin.

Aktar bal kişand ser girîngiya mîtînga sibê (3ê Îlon) ya Erdogan li Diyarbekirê  bo referanduma paketa guherîna destûrê û ragihand, agirbesta yekalî ya PKK ku heya 20 îlonê didome, derfetekî baş bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd afirandiye.

Herwiha Aktar daxûyakirin ku eger Hukûmeta AKPê piştî referandumê nêzîkbûnekî erênî li hember biryara “bêçalaktiyê” nîşan nede metirsiya dubarebûna şer û pevçûnan heye, ji ber vê yekê em ji birêz Erdogan dixwazin di mîtînga xwe ya Diyarbekirê de peyamên piştgerm bide.

Hevserokê DTKê Ahmet Turk jî derbarê hevdîtina bi Celal Talebanî û Mesud Barzanî re got, emê ji bo payendekirina agirbestê bi birêz Talebanî û Barzanî re hevdîtinê pêkbînin. Turk herwiha ragihand ku Aysel Tugluk Hevseroka DTKê jî dê li girava Imraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Şanda DTKê dê vê heftiyê bi Celal Talebanî û Mesud Barzanî re rûnên.

(AKnews)

Back to top button