Polîtîk

11Pirtûkên Weşanxaneya Pencînarê ji çapê derketin

Îro di vê Newroza Pîroz de 11 pirtûkên kurdî yên Weşanxaneya Pencînarê ji çapê derketin.

Ji van pirtûkan 8, yên zarûkan in her yek çîrokeke folklorî ye. Du pirtûk destan in û yek jî nivîsên Zeynelabidin Zinar in ku di du salan de li Facebokê hatine weşandin.

Bergê pirtûkan rengîn in.

Pirtûk ev in:

1- Malbata Şeşzarûk, 36 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

2- Dîkil Axa, 30 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

3- Eloyê Nêçîrvan, 30 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

4- Gedo Paşa, 44 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

5- Gurrî Paşa û Keçelok, 27 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

6- Mele Rovî, 36 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

7- Pîra Jar û Roviyê Duvsor, 33 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

8- Pîra Merivxwur, 22 rûpel, bi mezinatiya 16×16  cm ye.

DU PIRTÛK DESTANÊN KURDÎ NE:

Pirtûk ev in:

9- Tahiro û Zairê, 56 rûpel,  bi mezinatiya 12×19  cm ye.

Ev destan li Paloyê rûdaye û gelek dilêş e.

10- Elo û Fatê, 72 rûpel, bi mezinatiya 12×19  cm ye.

Ev destan jî li Şamê rûdaye û çûye gehaye bajarê Gimgimê.

Eger lêkolîneke berfireh li van hersu herdu destanan çêbibe, wê ji destana Memozînê berfirehtir û dilêştir bibin.

PIRTÛKA NIJADXANEyê

11- Pirtûka Nijadxaneyê 660 rûpel e û bi mezinatiya 14×21 cm ye.

Kaxezê navê  70/ gr. û berg jî 300/gr.

Di pirtûkê de 366 sernav hene. Lê hin kurtenivîs hene ku wek sernav nehatine hesibandin.

Nivîsên Zeynelabidin Zinar ên sala 2023  û 2024 ku li rûpela wî ya Facebokê hatine weşandin wek pirtûk derketine.

Stockholm Rojeva Kurd

21/ 03/ 2025

Back to top button