114 saliya derketina yekemîn rojnemeya kurdî pîroz be
Ji berî niha 114 salan, 22.04. 1898-ê roniya rojnemevaniyê şewq da kurda û deriyê rewşenbîriyê li neteweya kurd hete vekirin.
Serkaniya rewşenbîriya miletê kurd Bedirxaniyan tişta ku layîqê wan bû kirin. Ji Kurdistanê dûr li Misrê bajarê Qahîre, Miqdad û Ebdirihman Miqdhet Bedirxan rojanam yekemîn a kurdî bi navê Kurdistan derxist.
Ev roja bi naverok û wek roja rojnemevaniya kurdî tê pejirandin cardin demek dirêj ji aliyê Bedirxaniyan ve hatê berdewam kirin. Mîr Celadet Bedirxan li Şamê û Beyrutê ew gava li Qahîre hatî avêtin demek dirêj berdewam kir. Derxistina kovara Hawar û Ronahî ew çirûska li Qahîrê pêketî li Şamê geş bû.
Em wek Rojevakurd vê roja ku di dîroka neteweyê kurd de girînge li hemû rojnamevanên kurd pîroz dikin. Ji berî niha 114 salan dema rojnama Kurdistan derketî li gel xwe di rojnemegeriyê de girîngiya parastina ziman û pêwistiya berjewediyên netewî yên kurda jî, li gel xwe weke pîvanekî da kifşkirin.
Her roja ku rojnameyek bi zimanê kurdî derdikeve, her gava ku rewşenbîrek bi kurdî dinivîse her kêliya ku nûçeyek bi kurdî tê nivîsandin û her dema ku giringî û parastina xwendin û nivîsandina zimanê kurdû dikeve rojevê, Bedirxanî têne yad kirin.
Rojevakurd
Mîr Miqdad Bedirxan di hêjmara 1-ê ya rojnama Kurdistanê de bangekî ji bo kurdan belav dike. Ev banga Mîr ya Rojnama Kurdistanê ji berî 114 salan e.
(Sed hezar şikir û hemid ji Xwedê te’ala re, em misilman xeliq kirin û zanîna ilim û me`erîfetê re hiş û zeka da me. Derheqa e`limandina ilim û me`erîfetê re gelek Ayetên celîle û ehadîs şerîfe henin di dinyayê de çiqas misilman hebin gund û bajarên hemiyan de mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe çi nabe cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te`ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya e’wilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de. Eve êdî ezî dest meqsedê bikim..( We mînellahî eltewfîq)
Mîr Miqdad Midhet Bedirxan
Hezretî pêxember eleyhî elselewat welselam gotiye; (El’ûlemaa wereset elenbiyaa), ango ûlemaa warisên enbiya ne, ji teref Xwedê de memûrin, weiz û nesîhetê bidin xelkê, riya qenc nîşa wan bikin. Loma gelî ûlemayên Kurda çawa hûn weiz û nesîheta nimêjê didin, welê dive hûn mîr, axa û kurmancên dinasin, wan teşwîqa zanîna ilim û merîfetê bikin, riya qenc nişa wan bikin, hekî hûn wî nekin, gunehê hemiya stûyê we ye.
Dîsa Hezretî pêxember eleyhî elselam gotiye; (El îlmû îlman, îlmûl ebdanî we îlmûl edyan), ango didone, yek jê îlmê bedena ye, yek jî îlmê dîn û îmanê ye, îlim bidne hekîmiyê ye.
Gelî mîr û azano ! Heta niho kî ji we vî emrê pêxember, kê ji we zarwên xwe, birayên xwe, mirovên xwe rê kirine, dane xwendin. Kê ji we gundê xwe de, bajêrê xwe de mektebek, medresek daye çêkirin. Gelî ilemano! Hûn çire wan hedîsa ji mîr û axa re naxwînin, hûn çire cerîdeyên erebî naxwînin da hûn bizanin di dinyayê de çi dibe.
Dîsa hezretî pêxember eleyhî elselam gotiye(Elkasib hebîb Ellah), Ango mirovê kesb û karî bike, Xwedê teala hez wan dike. We mirovê nexwendaye, nizane cerîdeya bixwîne, ew mirovê cerîdeya nexwîne nizane li kûderê tîcaet qenc dibe. Cerîdeyên niho tên nivîsandin behsa hemi tişta dikin, mirovên wan bixwînin wê bizanibe make destê wî de li kûderê pera dike.
Van salên ha de li Stenbolê mektebek hatiye çêkirin, nave vê mektebê (Mekteba Eşîra ye), xêr zaroyên eşîra, zaroyên kesî qebûl nakin. Ji Bexda û Şamî û Yemenê Şemer û Îniza hemi zaroyên xwe rê dikin Stenbolê, vê mekteba eşîra de dixwînin, her sal dû hêwa dicing malên xwe, paşê dîsa tên şeş şeş, heft sala de alimên qenc ji wan derdikevin, paşê dûyên dicing gund û bajêrên xwe, dewlet her heyv pera dide wan, dibin mamûr, hêdî hêdî dibin muteserif, dibin walî. Gelî mîr û axano! Gunehê zaroyên we, wê stûyê we be, hûn jî zaroyên xwe rêkin bidin xwendin, dewlimendên we bela gundan de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin.
Dîsa hezretî Nebî eleyhî elselam gotiye(Elherbû xid’eh), gelî mîr û axa û kurmancno! Dinya zane kurd camêrin, lê vî zemanê hade, şer bi camêriyê tenê nabitin, top û tivingên we ecîb derketine, hewqa dûr dicing, cihê mirov dengê wan nebihîs gule û berikên wan dicing, mirov dikujin, cihên mirov jî wek teyra di xweyê berikên van tivinga de dice, dikuje. Ev top û tiingên ha bê mekteb û medrese mirov ne dikare çêke, ne dikare biemlîne. Loma bê van top û tivinga cisûriya we wek mirovên dest girêdayî ne.
Li meshefa şerîf de emir bîye( Cahîdû fî sebîlullahî), Ango riya Xwedê de şerî bikin, dijminên dîn re cîhadê bikin, dijminê dine we ciranê we Misqof e. Heta niha Misqof gelek der debit kirine, misilman fille kirine, dor wê têt Kurdistanê, heke we jî xwend, elimîn tîcaret û sineta, heke hûn dewlimend bibîn, hûnê bikaribin xwe ji şerê wî xelas bikin, hekî we guhda van nesîhetên min, hekî disa hûn şivanî û rêncberî tenê bikin, zemanek hindike Kurdistan wê yek car xerab bibe. Cîranên we Ecem jî wek Kurda bî, vî zemanê paşê ewan jî qenc zanîn bê ilim û huner nabitin. Ecema gelek mekteb û medrese henin, ewladên xwe rê dikin welatên dûr, didin xwendin, niho ji begzadeyên Ecem sê çarek li Stenbolê li mekteba herbiyê de ne.
Gelî mîr û axano! Qenc fekrin dora xwe, hûn hingê di çi feqîrî û kêm dibin, sebeb cahiliya we ye. Elhemidulillah gelek mekteb û medrese henin, riya Xwedê de zaroyên xwe rêkin, bidin xwendin, ji vê cahiliyê xelas bibin, dinya û axreta xwe meemûr bikin. Xelik dibêjin; Hekî Kurd bixwînin wê ji alemê xurtir û dewlimendtir bibin.
Dîsa hezretî nebî eleyhîelselam gotiye:( Etlîbû elûlme welew bil Sîn), ango ilim Çînê bitin, herin wêderê bixwazin bi elimin. Gelî mîr û axano! Ez ji we dipirsim kê ji we heta niho mirovek xwe rê kiriye kûderê da bixûnit. Elhemdûlillah Bexdadê, Şamê, Stenbolê mekteb û medreseyên hikûmetê hene, bê mesrefin, heçî ji we zaroyên xwe teslîmî hikûmetê biket, bê mesref wî rêkin bidin xwendin.
Berî du sê sala dewleta Çîn û Japonyayê şer kirin, eskerê Çînê deh cara ji eskerê Japonyayê zêdetir bî, hemî şera de jî Japonyayê karî eskerê Çînê. Werin vê care sebeba vî halî bipirsin; Mirovên Çînê cahilin, mirovên Çînê tiştekî nizanin, mirovên Çînê nizanin top û tivingên vî zemanî biemilînin, eskerê Japonyayê top û tivingên xwe, ew xwe çêdikin, hemi di ware tîcaretê kesib û karî dikin, loma dewlimendin, seba dewlimendiya xwe sîlahên kemji ewqas derên dûr kirîn û xweş xweş şerên xwe kirin û karîn dijminên xwe, niho hemi malên xwe rahetin, kes nikare xwe bide ser wan.
Ez gelek dera geriya me, niho jî li Misrê me. Hemî dera zaroyên Çerkez û Ernaût û Ereb dibînim, babên wan, birayên wan rêdikin mektaba, didin xwendin. Li Misrê camîea Ezher de rastî hin Kurdên Sora hatim, hin ji Kerkûkê ne, hin ji Silêmaniyê ne hemi dixwînin. Ez tû cara lit û dera rastî mirovên Bota, Xerza, Şêrwan, Hekariyan ne hatime, Ez tû mekteba rastî mirovên eşîretên Kurda ne hatime, ez çiqasî rastî mirovên van eşîra têm, hemi jî rêncberin, jar û reben in, sineetekî, hunerekî nizanin.
Berî şeş heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye bajarek hewqas mezin û xweş, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên wan kesib û kara wan. Ev xelkên Misrî mirovên bê ziravin, ne c..in, lê gelekî dişixulin, nawestin, li kûderê mekteb û medresek qenc hebit, nabêjin dûr û nêzîke, zaroyên xwe rê dikin, didin xwendin, dielmînin sineta, dielmînin hemî tişta, niha nîva Misrê de, ji xelkê Misrî hewqas xwenda û alim hene, hewqas mirovên xweş sinet û huner hene. Gelek me`reziyê bajêr ew xwe çêdikin. Nîv Misriya de mirov hene top û tivinga çêdikin, mirov hene xaniyên pênc mezel ava dikin. Nîv wanê xweyî sine`ta de mirov henin rojê pêncî bîst çerxiyan distînin, mal û xaniya hemiya xweş in, hemi xwedî xadim û xulam in û nîv wan de xwendayê mezin jî hene lê hindikin.
Gelî mîr û axayên Kurmanca! Ez ji we dipirsim, ji xelkê çi kêmaya we heye! Kurd ji Misriya camêrtirin, hiş û eqilê wan zêdetire, hemi şixlîda Kurd ji Misriya qenctirin. De vêca çire xeklê Misrî wê ji Kurda dewlimendtir bin. Li Misrê hin Kurmanc hene bihîstine ku ez hatime Misrê, hemi jî hatine ziyareta min, min hale hemiya pirsî, hemi jî dergevanî û xulamiya Misriya dikin, hemi jî bin mineta wan de ne, hina jî be edebî kirine ji cih xwe derxistine, jar û reben bîne, hekî xwenda bîna, hekî dest wan de jî hunerek, sinetek hebiya hole jar û reben nedibîn, heyfa min têt ji dergevaniyê, xulamiyê pêve kêr tiştekî nayên.
Gelî ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin(…) eşîra me Botan in, şihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, di vê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşînim, meqseda min qenciya Kurda ye, hûn jî ji xêra Xwedê re dest hilînin, Kurda bidin xwendin, zaroyên xwe bielimînin ilim û edebê, bielimînin sineta, mirovên misilman dive xwenda bin, dive bielimin dine xwe. Gelî ilemayên Kurd! Hûn çire cameea behsa xerabiya cahiliyê û qenciya ilmî nakin.
Xwedê teala û Pêxember(Eleyhî elselam), behsa ilim û cihlê ci emir kirine, hûn dizanin, vana hemiya ji Kurda re weiz bikin. Elhemûlillahî teala eve ya dikeve bara min, ez dikim. Êdî ji ilemayên Kurda hêî dikim vê cerîdeya min ji mîr axa û kurmanca re bixwînin. Derheqa elimamdina ilmî de, Xwedê teala û hezret pêxember(Eleyhî elselam),çi emir kiriye, wê bikin eqlê wan de. Ji mîr û axayên Kurda hêvî dikim zaroyên xwe heta bibin deh diwazdeh salî, di gund û bajarên xwe de bidin xwendin, bielimînin mishefa şerîf û xwendina cerîdeya, paşê rêkin mekteb û medresyên Stenbole, Şamê, Bexdê. Da Xwedê ji hemiya razî be, da hûn ji şerê dijminê xwe emîn bin. Xwedê qenciyê bide milleta islamê).
Mîr Miqdad Midhet Bedirxan
( Ji Rojnameya Kurdistan/ hejmara(1), rûpelên(1/2/3), sala 1898, Qahîre, Misir )