Civak

112 sal berê nexşeya nefta Kurdistanê

112 SAL BERÊ NEXŞEYA NEFTA  KURDITANÊ HATIYE AMADEKIRIN

 
Siltan Ebdulhemîd Xan (1842-1918) yê Împeratoriya Osmanî nexşeyeka Neftê li ser ruyê axa bakûrê Kurdistanê daye çêkirin û plan kiriye ku di pêşerojê de ew neft were derxistin.
Nexşeya Neftê ji aliyê endazyarê kanê yê Elmanî Paul Groskph û Hebîb Necib û ekîba wî ve hatiye çêkirin û roja 22. 10. 1901ê jî pêşkêşê Siltan Ebdulhemîd Xan bûye.
Pisporên neftê yên Tirkiyê niha dibêjin ku ew nexşe rast bû û li wan deveran nefteke wisa pir heye ku têra dinyayê tev dike.
 

Bi vê yekê careke din bala welatên hêzdar û dewlemend dikêşe ser axa Kurdistanê û plan û projeyên xwe yên pêşerojê dê bidin çêkirin.

Ev nexşeya neftê, ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Suruştî ya Tirkiyê ve jî hatiye piştrastkirin û niha jî li pey wê nexşeyê dikudîne ku li wan parêzgehan dest bi vekirina bîrên neftê bikin.

Ew nexşeya neftê ku 112 sal berê ji aliyê Siltan Ebdulhemîd Xan ve hatiye pejirandin, ev parêzgehên Kurdistanê tê de hene:

Ji Bakûr ve Erdexan, Qers, Îdir, Agirî, Erzerom, Erzincan, Dêrsim, Çewlik (Bingol), Mûş, Wan, Hekarî, Bedlîs, Elezîz, Meletî û hemû parêzgehên başûrê Bakûr heta parêzgeha Mûsilê jî tê de ye.

Ji xwe diyar e ku li çiyayên hawîdorê Êlihê (Batman) neft di 1946an de hatibû derxistin. Di van salên dawîn de jî li parêzgeha Semsûrê (Adiyaman) jî nefteke pir dwlemend hatiye derxistin.
 
Hêjayê gotinê ye ku di sala 1946an de dema neft li herêma Batmanê derketiye, bi sedan bîr ji aliyê şerîkeyên biyanî ve hatine derxistin û li gorî gotinan %10-15 par dane Tirkiyê û hinekan 40 sal, hinekan 49 sal neft ji xwe re derxistine û piştî ku ew bîr dewrê Tirkiyê kirine jî, bîr vala bûbûn.

Ew nefta ku derketibû, li bajarê Êlihê (Batman) refîne hatiye çêkirin û di salên 1960-70yî de 10-12 hezar karker lê dixebitîn. Lê mixabin dewletê xebata hewqas karkerên ku piraniya wan Kurd bûn rewa nedîtiye û wê neftê bi boriyan biriye ser keviya deryaya Sipî û li bajarê Yomurtalikê di refîneyê de ji hev vediqetîne.

Niha Tirk dibêjin ku xwedêgiravî, di wan deman de gelek bîrên neftê yên dewlemend hatine dîtin, lê ji bo ku Turkiye sûd jê wernegire, serê wan bîran girtine.
Wezêrê Çavkaniyên Suruştî gotiye ku di van salên dawîn de lêgera li neftê 13 qat zêde bûye û gelek bîrên bi qalîte dîtine. Niha Turkiye dest ji lêgerîna li neft û gaza di deryayayn de berdaye û li Bakûrê Kurdistanê dest bi lêgerînê kiriye.

Medyaya Tirkiyê jî li ser vê meselê pir radiweste û dibêjin: Turkiye li ser deryaya neft û gazê ye, lê em diçin li deverên xeternak wek deryaya Sipî ku Rûs û Rûm bi hev re gaz derdixin digerin. Lê çima em li ser axa xwe ya bêxeter nagerin? Hinek jî dinivîsin û dibêjin ku lêgerîna li neftê jî xeter e û pêşî divê pirsgirêka Kurd çareser bibe, hêj dest bi lêgerîn bête kirin.

2012-09-11
Rojeva Kurd/ANKARA

Back to top button