Nivîsar

Ocalan û Demirtaş kîne û çine..!

Di nava şerê Îsrail û Îranê de behs kirina hinek pirsan hindikbêjî zehmete. Ji ber ku, rojeva Herêmê û cîhanê ev şer heye. Lê ji bo kurda taybetî li bakurê Kurdistanê rojevek din heye ku, mirov nikare çavê xwe lê bigre.

Piştî daxûyaniya Ocalan di derbarê projeya “ Tirkiya bê Teror“ de, gelek nirxandin hatin kirin. Taybetî nameya ku Ocalan ji kongreyê 12mîn a PKKê re rêkirî, di dîroka siyasî de vekirî eşkere dike ku, çikas bi zanebên dijminatiya destkeftiyên netewî dike. Ocalan di nama xwe de heqaretê di kesayeta rêber û serokên netewî  dike û di kesayeta wan da heqareta herî mezin li miletê Kurd hemiyê dike. Ji bo Ocalan û PKKê hêdî pirsa Kurd nemaye û bi temamî bi hemî hêza xwe  xizmeta dewletê dikin.

Selahattin Demirtaş ji bo gelek kesên di nava PKKê de wek hêviyekî dihat ditin, lê di heman demê de Demîrtaş ji bo Kemalistan jî di têkbirina bîr û baweriyên neteweyî û Kurdistanî de jî hêviya here mezin bû.

Niha gelek kurd taybetî jî kesên berê di nava PKKê de, rexneyên tund li Ocalan û Demirtaş digrin, wan bi xiyanetê û sîxûriya dewleta Tirk itham dikin û her tişta tê berdevê wan dibêjin.

Di rastiya xwe de tu cara wan ji bo Kurdeyatiyê karek nekirîye û ew dengê çepên netewîyên Kemalistên Tirkbûn. Lê bi himeta dewletê û çerçoveya projeyên hevbeşên dewletê yê ji bo têkbirina bir û baweriyên netewî û Kurdistanî tevdigeriyan.

Îro Ocalan, Demirtaş û serekên din ên PKKêî tenê rastiya xwe dibêjin. Niha pirsek heye ku, bi dehê hezaran, ciwanên kurd  ji bo azadiya welatê xwe ketin nava refên PKKê de. Hatin şehîdkirin. Jiyana xwe ji dest dan. Niha pirsa herî girîn gerek bê kirin.Gelo bedela xwîna bi dehê hezaran ciwanên Kurd ewe ku, ya Ocalan û Demirtaş dikin? Eger kurdek , kesayetek niştimanperwer bikaribe bersiva vê pirsê bide, dê gelek tişt bêne fam kirin.

Dema dihat gotin ku, PKK projeyek dewletêye, ew kesên îro xebera dikin Ocalan, di nava refên PKKê de, ji bo van gotinan xelkek infaz dikiran. Heta wek vê gave jî PKK dikare bi dehê hezaran insana kom bike û dijitiya nirxên neteweyê yên Kurda bike. Ev yek tê wateya ku, hêja rastiya Ocalan û PKKê nehatiya fam kirin. Demirtaş ne tişteke, xelkê ji xwere idolek peyda kirîbû û ew jî pûç derket.

Îro Ocalan û Demirtaş rastiya xwe dibêjin. Ew parêzvanên dewletêne û tacara di pirsa Kurd de wek cerdevanekî jî bi şeref tevnegerane.

Nêrîn/Şirove

Back to top button