Îroj

10’ê Reşemî

10’ê ReşemîDi sala 1925’an û di rojekî wekî îroyê de bajaroka Lîce ket bin destê hêzên Şêx Saîdê Pîran.Piştî Lîceyê  3 rojan di 13ê Reşemiya sala 1925’an de Serhildana Şêx Saîdê Pîran yan jî bi navekî dî Serhildana Rêxistina Azadî bi awayekî giştî destpê kir.Di wê serhildanê de gelek bajêr û navçeyên Bakurê Kurdistan dikeve destê hêzên Şêx Saîd lê piştî êrîşên giran yên Hikumeta Tirk yek bi yek ji destê Serhildêran Kurdan derdikevin.Di encama Serhildana 1925’ê bi dehan hezar Kurd tên Kuştin sed hezaran jî ji cih û warên xwe sirgûnê Tirkiyê dibin.Serhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin a Kurdan di sedsala 20’emîn de ye.Her wiha di 10’ê Sibata 1925’an de li başûrê Kurdistanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate ava kirin

Back to top button