Civak
100 bazirganên Kurdên Başûr li Çînê asê mane
Hejmarek bazirgan û hemwelatiyên Kurdên Başûrê Kurdistanê ku wekî karmend li kompanyayên Kurdî li Çînê kar dikin, bi sedema belavbûna virusa Corona asê mane û nikarin vegerin Kurdistanê.
Sîrwan Mihemmed Serokê Jûrên Bazirganiyên Silêmanî ragihand: “Komek bazirganên me li Çînê mane, niha hemû karên wan hatine helawestin û nikarin ji Çînê derkevin”.
Di derbarê ew hejmara Kurdên ku li Çînê ne, Sîrwan Mihemmed got: “Bi sedema vê rewşa nişka ve rû daye, em hejmara wan nizanîn, lê belê min li gel xwediyê çendîn kompanya ku dost û biraderên mene axaftiye û ew dibêjin zêdetirê 100 bazirgan dibin”.