Polîtîk

​Çanda Lihev(ne)kirine û Tevger

 

Hin têge gava bi tena serê xwe bên bikaranîn wateyeke erênî an jî neyînî nahundirînin. “Lihevkirin” jî ji van têgeyan e ku di warê polîtîk de ji têgeyên herî pirr tên bikaranîn e.Yên ku herî pirr ji çanda lihevkirinê behs dikin, gelemperî desthilatdar in. Tiştê ku ew ji lihevkirinê fêm dikin jî, lihevkirina bi pozîsyona wan a desthilatdar ya heyî re ye û libernerabûna polîtîkayên wan ên desthilatdar e. Ji ber vê yekê, rayedarên dewletê timî tim qala “çanda lihevkirinê” dikin û “pêwendiya naqete” ya di navbera demokrasi û çanda lihevkirinê de dûpat dikin.

Hal ev e, yên ku li ser navê neteweyekî mêtîngeh siyasetê dikin lihevkirina wan a bi dewletê re, ne nîşaneya demokrasiyê ye, ne jî ya pêşveçûnê ye. Tenê bi navê “ çanda lihevkirinê” , radestiyê xistina jiyanê ye.

Nexweşiya, lihevkirina bi fêhma/feraseta desthilatdar re weke “ pêşveçûn” fêmkirin, mixabin derdora polîtîk ya Kurd jî têgeriyaye.

Gotina “yekîtî”, ku saziyên/aktorên Kurdistanî timî tim tînin ziman jî, navê din yê lihevkirina bi feraseta desthilatdar re ye. 

Lihevkirin; dema di navbera saziyên polîtîk ên ku armanc, mebest û hêmanên wan ên bingeh weke hev in, lê di mijara rêbazê de cuda dibin de pêk were watedar dibe.

Ji ber ku di navbera neteweyekî mêtîngeh û dewletekî dagirker de nakokiyên lihev nayên hene, lihevkirin û radestî tê heman wateyê û vê yekê jî ji bilî meşrûkirina dagirkirinê ne tu tiştek e. Encax dewleteke dagirker dev ji pozîsyona xwe ya dagirker berde, ango nakokiya lihev nayê çareser bibe, şert û mercên lihevkirinê dikare bê afirandin. Heta vê şertê neyê bicîhanîn, her lihevkirinên bi dewletên dagirker re radestî ye. 

Dema mirov bala xwe bide van destnîşankirinên rast û giştî tê dîtin ku, gotinên dewletê yên weke “yekîtî-digelbûn, bratî û lihevkirina demokratîk” kemînên ku xizmetê li meşrûkirina pozîsyona wê ya mêtînger dike ne. Bangkirina Kurdan ya lihevkirina bi van kemînên dewletê re, “dest ji hemû mafên xwe yên netewî bikêşin” e. Vê bangê heman demê de vexwendineke vekirî ya bêrûmetiyê ye. 

Dema mirov bala xwe bide vê rastiyê, her bangên “yekîtî û lihevkirin” ku bersiveke têrker nede pirsa “bi kê re-kîjan mijarê de û lihevkirina di kîjan hêmanan de” xetereke veşartî dihundirîne. Bangên “yekîtî û lihevkirin” ku ji mirovên nava gel tên , ji ber nêta baş û nêrîna hîsî ye bêguman, lê em nikarin ji bo bangên saziyên polîtîk heman tiştan bibêjin. Ji ber vê yekê divê biendaze li bangên “yekîtî û lihevkirin” ku ji derdorên polîtîk tên bê nêrîn.

Li Bakurê Kurdistanê jî weke şewqvedana feraseta dewletê ya yekparêz demeke dirêj yek deng desthilatdar bû. Her çiqas di salên dawî de dîmenên “ pirr dengî” hebe jî, mirov nikare behsa “pirr dengî” ya ku yekparêziya li Kurdistanê ji holê rakiriye bike. Encax mirov dikare behsa, derxistina heman dengê yên ku pozîsyonên cuda girtine û dengdayîna yek dengê heyî bike. Yên ku teşeyî dibêjin qey pirr dengî ne, him weke derûn him jî weke teşe li hemberî dengên cuda nikarin xwe rabigrin.

Tevger, ku mafê dewletîbûna Kurdan bê şert diparêze, ji ber ku dewletîbûnê asteng dike nikare bi dewletê re lihev bike. Herwiha nikare bi yên ku dewletîbûna Kurdan weke hêman nepejirandine re jî li hev bike.

Fêhma ku dewletîbûnê diparêze, dema bi fêhma/fêhmên ku li dijî dewletîbûnê ne re lihev bike sedema hebûna xwe ji holê radike.

Fêhma PKK/HDP bi awayekî pirr zelal li dijî dewletîbûna Kurdan derdikeve. Serde jî vê daxwaza mafdar weke “hoveberî” dibîne û enerjiya Kurdan bi gotinên sosret ên weke “ demokratîkirina” mêtîngeran xerc dike. Ji bo ku fêhmeke dewletîbûnê diparêze bi PKK/HDP re ku bi awayekî vekirî li dijî dewletîbûnê ye lihev bike, divê ji her du aliyan yek dev ji hêmanên xwe û armanca xwe ya bingehîn berde. PKK/HDP ku li Bakurê Kurdistanê hêza herî çalak e, li gorî ku dev ji fêhma xwe ya li dijî dewletîbûnê bernade, tê vê wateyê ; yên ku bi wan re lihev kirine bêhêman hiştiye û sedema wan ya hebûnê ji holê rakiriye û fêhma xwe bi wan daye pejirandin/qebûlkirin.

Di her lihevkirinên di navbera hêzdar û qels de, yê qezenç dike hêzdar in. Vê destûra giştî ji bo “lihevkirinên” li Bakurê Kurdistanê dibin jî derbasdar e. Dema mirov bi vî awayê binêre, di nava saziyên polîtîk ên Bakurê Kurdistanê de tu kes tune ye ku bi yên ku li dijî dewletîbûnê ne re lihevnekin û bibêjin em lihev nakin. Li hemberî gotinên wan ên radîkal hema hema hemû jî di warê hevpar yê li dijî dewletîbûnê de lihev kirin. Yên ku hê lihev nekirine jî, bi avakirina partiyên zagonî û bi lêgerîna rêyên çûyîna Meclîsa dagirkeriyê nişan dan ku, him bi PKK’ê re him jî bi dewletê re bêdudilî dê lihev bikin.

Yên ku çavê wan li Meclîsa dagirkeriyê ye, gotinên wan ên “ em dewletîbûna Kurdan diparêzin” nikare bawerker be. Li hemberî fêhma wan ya lihevker, “dewletîbûna Kurdan” bi awayekî teşeyî parastin, tenê bi bikaranîna hestên gel sînor nabe, erkekî gelek xeternak ku weke sistkirina fêhma dewletîbûnê jî û neçalakkirina livdarên netewî dibîne. Siyasetmedarên ku armanca Kurdistana serbixwe heta dikarin bikin amûra bidestxistina 3-5 parlementer “çavsor” bûne, mîna kuvark zêde dibin. Ji aliyê Kurdan ve ev yek ne pêşveçûn e, bi awayekî bêperwa bikaranîna nirxan e.

Em weke Tevger ne ji bo ku bi dewletê û bi yên li dijî dewletîbûnê ne re lihev bikin, ji bo ku mafê dewletîbûna Kurdan bê şert û merc biparêzin tevlî pêvajoya polîtîk bûn. Sedemên tevlîbûna me bi tu awayî rê nadin lihevkirina bi hêzên ku behs tê kirin. Li hemberî vê rastiyê, fêhmên polîtîk ên ku cuda cuda pozîsyon girtine lê deng didin “yek dengê” , ‘Tevgerê dûr dîtina ‘ wan û ji ber ku Tevger bi wan re lihevnekir, lomekirina wan seyr e. Nikarin tu rexneyên polîtîk li Tevger’ê bikin, bi tenê hewl didin mekanîzmayên galgalên klasîk bixin dewrê û me têk bibin.

Sedemên mafdar ên Tevger’ê hene ji bo lihevnekirina bi fêhmên din re. Di serî de jî rastiya; yên dewletîbûnê diparêzin û yên li dijî dewletîbûnê ne nikarin lihev bikin e. Sedema duyemîn jî nakokiyên lihev nayên ku di navbera kevnan û nûyan de ne ye. Partiyeke/saziyeke nû avakirin û nû bûn tiştên pirr cuda ne. Îro yên ku bêsekn partiyên zagonî ava dikin hema hema teva jî di 30 salên dawî de gellek caran “yekîtî” pêkanîne, navê “tevgereke nû” girtine û ketine rê û her caran jî belav bûne. Ji ber ku yekîtiya wan ne hêmanî bû; eynî wekî belavbûna wan jî ne hêmanî be…

Di navbera feraseta Tevgerê ya ferdên/takekesên azad û kesayetiyên bindest ên berê de qasî çiya cudahî heye. Di derdoreke ku herkes ji bo bibe “pêşeng” siyasetê dike û dek û dolabên bi her awayî digerîne de, cihê takekesên azad ên ku bi hev re dimeşin tune ye.

Bêguman dema ku em dibêjin “kevn” yê biyolojîk qest nakin û ji kesayetan jî nakevin rê.

Kevn, yên di pêşerojê de mane û erka xwe (erênî an neyînî) temam kiriye; ji ber ku ji aliyê nû ve hatiye derbasbûn di rastiya civakî de ferasetên cihê wan tune ne ye. Yên ku di pêşerojê de ji ber ku biserneketine û ji warê polîtîk hatine jêbirin, dîsa jî bi heman fêhmê têketina wan a warê siyasetê û dubarekirina jiberên xwe yên pêşerojê ji bêgavî wan dike kevneperest. Vî kevneperestiyê pevçûna bi nû re misoger dike. Dema mirov bi wî awayê lê binêre yên ku lihev nakin kesayet nînin, fêhmên dijber ên demên cuda ne. 

Bêguman gellek takekes dema ku li têkoşina xwe ya pêşerojê ya birûmet xwedî derdikevin vê rojê jî fêm dikin û li gorî yên nû dikarin sekneke nişan bidin. Bi van mirovên birûmet re tu pirsgirêkên me dernakevin û ligelhevbûna me, têr û tije diyar dike ku pirsgirêk, di wateya biyolojîk de pirsgirêka “kevn û nû” nîne.

Li Kurdistan’ê heke wê behsa yekîtî û lihevkirinê bê kirin, yekîtî û lihevkirin divê di zemîneke neteweyî de, bi daxwazên neteweyî be û divê raman bi awayekî bibiryar pêk bên.

 

Em weke Tevger amade ne ku,

Bi yên ku mafê dewletîbûnê bêşert diparêzin re,

Bi yên ku naçin Meclîsa dagirkeriyê û yên diçe mehkûm dikin re,

Bi yên ku li dijî entegrasyona bi her awayî disekinin re,

Bi yên ku xwedî biryar û wêrekin ku “Yên ku ramana Kurdistanê avêtine ser sergo” biavêjin ser sergoya dîrokê re, bi awayî bêşert yekîtî ava bikin û lihev bikin. Yên ku van şertên bingehîn neanîbe cih, banga wan ya “yekîtî û lihevkirin” çawa ku ne ji dil e, xemên Kurdistanî jî nahundirîne. 

Tevger, wê ne li dijî yekîtî û lihevkirinên li ser zemîneke neteweyî pêşveçûye be, wê li dijî lîstokên “yekîtî” yên bazirganên siyasetê yê ku entegrasyonparêziyê dike armanc û mafê dewletîbûna Kurdan dike mijara bazariyê ye û wê her li dijî be.

Hun xwe bixemilînin! Bi kincê xwe yê taxim û bi qerewata xwe hûn weke mirovê “nûjen” rêwîtiya xwe ya ber bi Meclîsa Tirk ve giran giran bidomînin; ji bo ku pêşveçûyîna xwe ispat bikin kî hat pêşiya we pê re lihev bikin.

Emê jî bi yên ku bi awayekî “xwas” ji benpêkan xelasbûyî ber bi dewletbûnê ve dibezin li hev bikin; zede bibin û dîsa li ser rêya xwe bimeşin…

 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

03.12.2014

Back to top button