Polîtîk
Zimanê dê wek şîrê dê helale.
Partiya HAS pişgirî da zimanê kurdî. Eve demeke li Tirkiye karanîna zimanî kurdî wek zimanê duyem tê gengeşe kirin. Piranî partiyên siyasî dijê karanîna zimanê kurdî wek zimanê duyem derdikevin û di perwerdê de naxwazin zimanê kurdî bê karanîn.
Di vê derbarê de cîgirê serokê partiya HAS Mahmet Bekaroglu daxuyaniyek da. Bekaroglu di daxuyaniya xwe de dibêje: Zimanê dê wek şîrê dê helale.
Di vê derbarê de Bekaroglu got: Divê kurd di dibistanên dewletê de bi zimanê xwe perwerde bibin. Karanina du zimana di civatê de başe. Tirkiye hêdî pirsa kurd ranagire. Tu kes du dewletên cuda nxwaze. Divê dewlet ji kurdan doza lêburînê bike. Ev yek divê gelek vekirî bête kirin.