Peyama referandumê
Mixabin beşeke neyarên navxweyî ya referandumê dixwazin bi wê yekê bawer bikin ku madem dijmin bi referandumê nexweş bû û dagîrkeran tekez nekirin, ji bo wê yekê referandum tişteke baş nebû. Madem dijminên Kurdistanê zalim û pirçek û tûrene, ji bo wê yekê nabê dengê xwe bilind bikin. Başe eve çi mentiqeke? bi vê eqliyetê bê, nabê Kurd tiştek bike. Nabê sazî û damezrawe û Herêm û zanîngeh û aborî û Pêşmerge jî hebê. Ji bo çi? Ji ber ku dagîrkerên Kurdistanê hez nakin û bi pêşketin û geşbûn û aramiya Kurdistanê qelsin. Li rastiyê da li hinava vê eqliyetê de xwe bi destvedaneke ebedî heye.
Em li navçeyek da dijîn ku li muamelekirina li gel doza Kurd da, dawiyê de demargîrî û şoveniyet biryardere. Eve rastiyeke tehl û dijware, lê belê gelo li beranber vê rastiya sîtemkar da destberdarê azadîxwaziyê bîn û mafên xwe yên rewa ji bîr bikîn?
Referandum kirdareke aştiyane û serdemiyaneya gelê Kurdistanê bû, karvedanên beranber referandûmê şerxwazî û kevneperestane bûn. Lê belê kijan ji wan bihayên bilindin û li ser rastî û heqiyêne?
Li babeta referandumê da gengeşeyeke gelek rûn û zelal heye li navbera sîtemkar û sîtemlêkirî de, li navbera dadperwerî û nedadperwerî û şer û aştiyê da. Rûbirûbûn heye li navbera azadîxwazî û koleyetiyê, li navbera xêr û şer û ronahî û tarîtiyê da. Eger şerxwazî çende bi hêz û zext jî bê, lê belê encam ewe hêza xêrêye ku serdikeve.
Referandum peyama aştî û başîxwazî û çareseriya rastîn ya kêşeyan bû. Eger navçe û welatên bihêz muameleyeke tendirust li gel da kiribûyan, niha gelek ji kêşeyên Iraqê çareser dibûn.
Salvegera referandumê li hemû azadîxwazeke Kurdistanê pîroz be.
Zikrî Musa