Nivîsar

Zevîyên xelkê neşewitînin

Navtêdanê di xortan didin, heta ji wan re lazim in wan bi kar tînin û piştî dilopa avê di wan de nema, îcar wan wek paçikekî guvaştî davêjin alîyekî.

Nûrî Çelîk

Wek hûn zanin civaka me civakek paşdemayî û xwenenas e. Berberî, neyartî, hesûdî û zikreşî wek pençeşêrê di laş û mejîyê wan de meyaye. Encama vê berberî, hesûdî û zikreşîyê jî yan kujtin e, yan girtin e yan jî rev û derbederbûn e. Tunebûna dewletek serbixwe, tunebûna qanûn û hiqûqên dewletê, hiştiye ku Kurd li gor qanûnên malbatî, eşîrtî û feodalîya kevnare tev bigerin û biryarên xwe bidin. Berberî, hesûdî û zikreşîya doh îro jî berdewam e. Berê bi şêwe û siyaseta gundîkî û feodalî dimeşîya, îro jî bi şêwe û siyaseta modern û xwedêgiravî pêşketî dimeşe. Feodalî û eşîrtîya ku me henekê xwe pê dikir û li dij derdiketin, îro bi navê siyaset û partîtîyê tê meşandin. Helbet bi navê çepîtî, bi navê pêşketinê, bi navê modernîteyê û li alîyê din jî bi navê oldarî û xwedaperestîyê.  

Berê li gelek gundên Kurdistanê berberî û neyartîyek xurt hebû (îro jî ne kêm e). Mezinên gund, xort û ciwanên xwîngerm di odeyên gund de, di civakên gund de li hev kom dibûn û daxivîn, şêwir û mişêwir dikirin û bi çîrok, stran yan serpêhatîyan şevbuhêrkên xwe digerandin. Gelek caran mezinên gund sergirtî lê bi wate rê li ber xortên gund dixistin (qaşo şîret li wan dikirin) û wek mînak digotin “ binerin xortino, erê em û filan malbatê (filan bavikî) neyarên hev in, lê binerin va zevî şîn tên, wê zevî ziwa û hişk bibin, eman eman hûn zevîyên kesî neşewitînin ha“ û peyamên sergirtî didan xortên gund. Piştre hew te dît xort çûn û zevîyên malbata neyar şewitandin û agirê berberîyê dîsa gur kirin.

Ev yek di siyasetê de jî mixabin wilo ye. Berjewendîyên eşîrtîya feodalîyê îro bi rengekî din  xwe di siyaseta modern û partîtîyê de dihûnin. Serokeşîr û axayên berê îro bi kirasê serok û axayên partîyên siyasî xwe nû dikin. Navtêdanê di xortan didin, heta ji wan re lazim in wan bi kar tînin û piştî dilopa avê di wan de nema, îcar wan wek paçikekî guvaştî davêjin alîyekî. Yanî, hem di saxîyê de li ser xwîn û keda wan dijîn, hem jî di mirin û kujtinê de bi pesin û propagandayê li ser ked û xwîna wan dijîn. 

Xwarzîyê min  23ê Sibatê li ser daxwaza Almanya ji alîyê polîsên Swêd ve hat girtin.  Xwarziyê min  ji ber gef û zextên Dewleta Tirkiyê ji welêt reviyabû û hatibû li Swêd bi cîh bûbû. Piştî dewleta Tirkiyê endametîya Swêd a NATOyê pejirand, zextên li ser Kurdên Swêdê zêdetir bûn. Helbet ev jî xalek ji xalên lihevkirina dewleta Swêd û Tirkiyê bû. Ev mijarek din e.

Carna xwedîlêderketin û propaganda dibe antîpropaganda û barê kesê girtî girantir dike. Heger ne sûcdar be jî, xwedîlêderketina ji alîyê rêxistin an partîyekê ve sûcdarîya wî disepîne û ev yek li dijî yê girtî tê bikaranîn. Girtî ne sûcdar be jî bi vê propaganda û xwedîlêderketinê dikeve rêza sûcdaran û dosya wî girantir dibe. Ji ber vê yekê, ji bo selametîya kesê girtî carna pêwist e meriv heta cîhekî bêdeng be, nelezîne  û li benda encamê be. Lê ji bo xwarziyê min wilo nebû, wilo nekirin.  Xuyaye xwedîlêderketin û propaganda gelek caran ji ewlekarîya kesê girtî zêdetir ji bo propaganda rêxistin an partîyê girîngtir tê dîtin.

Min çend caran ji berpirsên dezgehên wan re got ku di medya xwe de li ser wî nenivîsin û barê wî girantir nekin. Bi nivîsandin û weşandina wêneyê wî hûnê barê wî girantir bikin, wî eşkere bikin û tiştên ku nekirine jî lê bar bikin, lê guh nedan min. Bi ya xwe kirin û bi vê helwesta xwe, bi weşandina nivîs û wêneyê wî ew rasterast bi xwe ve girêdan û ev yek hem ji bo partîyê, hem ji bo dewleta Tirkiyê, hem jî ji bo dewleta Alman û  polîsên Swêd bû malzemeyek baş. Yanî, siyaseta berî 40-50 salî îro jî berdewam e. Bi kar bîne, bide girtin yan bikuje, dîsa lê xwedî derkeve û li ser pişta wî propagandayê bike.

Bi kurt û Kurmancî; xort û ciwanên Kurd di destên hinek dezgeh û partîyan de bûne wek tûtina ber mengenê. Kengî pêwistî bi wan bê dîtin, yan wê bên girtin, yan wê bidin girtin, yan jî wê têkevin ber kêra mengenê û hûrhûrî bibin. Hem bi saxî ji wan re dibin malzeme, hem di girtin û kujtinê de dibin goştê ber diranên wan..

Back to top button