Polîtîk

Zerîf: Hêvî dikim peywendiyên me bêtir pêş bikevin

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî kir, peywendiyên navbera Tehran-Hewlêrê bêtir ber bi pêş ve biçin.

Mihemed Cewaz Zerîf îro Çarşemî 29ê Gulanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jê re hêviya serkeftinê di kar û erkê nû de xwest.

Wezîrê Derve yê Îranê di vê peywendiya telefonî de, amaje bi “rola diyar” a Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî kir ku “di heyama serokatiya wî de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê di hemû waran bêtir ber bi pêş ve biçin.”

Herwiha di vê peywendiyê de, Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir û tekez kir: “Herêma Kurdistanê weke herdem daxwaza peywendiyên dostane û cîrantiyeke baş li ser bingeha berjewendiya hevbeş li gel hemû welatên navçeyê dike.”

Her îro gelek serkirde û berpirsên cîhanî, herêmî û Kurdistanî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin, ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê ve hatiye hilbijartin.

Roja Sêşemî 28ê Gulanê Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê civiya û navê 5 berbijêrên ji bo wê postê xiste dengdanê ku di encama dengdaneke aşkere de, berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlamenteran weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

Back to top button