
Serokê Ukranya Zelenski li gel CNNê axivî û behsa rewşa şerê navbera Rusya û welatê xwe kir.Zelenskî dibêje ku, Rusya her gavê dikare çekên nûkleer bi kar bîne, dewsa mirov bitirse gerek xwe ji vê yekêre amade bike.Zelenskî behsa gemiya cengî ya Rusya jî kir û got:Em dizanî ku hêdî ew gemî(keştî) tuneye.Ew keştî li himber me çekek gelek bi hêz bû, tunekirina wê jî ji bo me nebû trajediyek. Çika çekên Rusya yên pê êrîşê me dike kêm bibin ji bo me ewqas baş e.
Serokê Ukranya di derbarê kuştî û birîndaran de jî agahdarî dan û got, ji roja şer destpêkirî heta niha navbera 2 . 500 û 3000 leşkerên me Jiyana xwe ji dest dane û 10 000 birîndarên me jî hene. Gelek zehmete ku Mirov bêje dê çend ji birîndaran bijîn.
Herweha Zelenski da xûyakirin ku, navbera 19 û 20 hezar eskerên Rusî hatine kuştin. Lê Rusya dabû xûyakirin ku, tenê1.351 eskerê wan hatine kuştin.
Di derbarê kuştina sivîlan de Zelenskî got:Gelek zehmete ku em behsa rewşa sivîlan bikin. Başûrê welatê me di bin êrîşan de ye. Em nizanin deverên wek, Herson,Berdyansk û li rojhilat jî Mariupol û Volvonaka rewş çewene.