Cîhan

Zêdetirî 50 balafirên şer ên Îsraîlê li tesîsên çêkirina mûşek û santrifujên nukleerî yên Îranê xistin.

IDF ragihand ku di operasyoneke berfireh a şevê de, Hêza Hewayî ya Îsraîlê (IAF) li herêma Tehranê li tesîseke hilberîna santrifûjan û gelek cihên çêkirina çekan xist.

Zêdetirî 50 balafirên IAF beşdarî êrîşan bûn.

Di nav hedefan de tesîseke ku ji bo hilberîna santrifûjan dihat bikaranîn jî hebû, ku artêşê got ku armanc ew e ku dewlemendkirina uranyûmê ji bo pêşxistina çekên nukleerî bilezînin. IDF tekez kir ku bernameyên nukleerî yên sivîl hewceyê dewlemendkirinê di astên wisa de nînin.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşên din tesîsên ku pêkhate û madeyên xav ji bo mûşekan hildiberînin, hedef girtin, ku rejîma Îranê evmûşek li dijê Îsraîl karanîne. Cihên ku di hilberîna pergalên mûşekên erdê tavêjin erdê de beşdar in jî hatin lêdan.

Artêşê got ku ev operasyon beşek ji kampanyaya wê ya berdewam bû ji bo têkbirina şiyanên pêşxistina çekên nukleerî û hilberîna mûşekan ên rejîma Îranê.

Back to top button