Civak
Zêdetirê 2 Milyon geştiyar hatine Kurdistanê
Li van 8 mehên derbasbûyî de heta niha zêdetirê 2 milyon geştiyar hatine Herêma Kurdistanê.
Li vî derbarî de Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê ragihandiye amara 8 mehên derbasbûyî rêjeya hatina geştiyaran bi beramber salên bihurî zêde kiriye û tenê li van 8 mehan de zêdetirê 2 milyon geştiyar hatine Herêma Kurdistanê.
Her wiha got: Eve jî li demek de ye ku li sala derbasbûyî 2 milyon û 217 hezar geştiyar hatibûn Herêma Kurdistanê.