Zêdetir ji 800 gundên me ji ber şer û pevçûnên PKKê û Tirkiyê wêran bûne
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand ku li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pirsa gaza xwezayî, petrol û enerjiya pak jî axafîne û got: “Projeyên me ji bo dema pêş hene.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro 8ê Adara 2023yan li Hewlêrê hevdîtineke pêk anîn û piştre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.
Mesrûr Barzanî li ser navê gelê Herêma Kurdistanê bi rêya Annalena Baerbock spasiya Almanyayê kir ku komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kirine û got: “Hêvîdar im welatên din ên cîhanê jî li Almanyayê binêrin ku ne tenê vê komkujî wek jenosîd nas bikin, lê di dubare avakirin û alîkariya Şingalê de jî beşdar bibin.”
“Hêvî dikin civaka Êzidî rizgarbûya hembêz bike”
Barzanî diyar kir ku ew jinên Êzîdî bi qurbanî dizanin û ya j destê wan hatibe bo rizgarkirina wan kirine û yên ku karîne xwe rizgar bikin û hatine û di nav kampan de nîştecih bûne, hikûmet alîkariya wan û wan zarokan dide ji ber ku çi tawaneke wan nîne û got: “Em hêvî dikin civaka Êzidî wan werbigre, lê eger ew jî nebe di warî çandî û civakî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser alîkarîkirina wan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê mala wan a mezin e û em dê di warê dabînkirina ewlekarî, debara jiyanê û mezinkirina zarokan de alîkariya wan bikin.”
Barzanî bi bîr xist ku Almanya di têkşikandina DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.
“Ji ber şerê Tirkiye û PKK 800 gundên me vala bûne”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqez kir ku li dijî her cûre binpêkirinekê ne ku dijê axa Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin û got: “Em naxwazian ku welatê me bo nearamkirina welatên cîran were bikaranên û em daxwazê ji wan welatan jî dikin ku destwerdanê di karûbarê navxwe yê Iraq û Herêma Kurdistanê de nekin.”
Têkildarî êrişên ku ji aliyê Îranê ve yên li nav axa Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna endamên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê got: “Tişta ku ji aliyê Îranê tê kirin, me helwesta xwe diyar kiriye û em wan protesto dikin û em hêvî dikin ev êrîş bêne rawestandin.”
Barzanî herwiha bal kişand şerê di navbera PKK û Tirkiyê yê li nav axa Başûrê Kurdistanê û got: “Pirsgirêk di navbera Tirkiyê û PKK de heye û armanca êrîşên Tirkiyê PKK ye ku hatine sînorên me. Em hêvî dikin ku pirsa Kurd bi aştiyane çareser bibe, PKK bûye sedema rakêşawana.
800 gund hatine xirabkirin û me nekariye destê avedankirinê bigihînin wan û em hêvî dikin şer bidawî bibe û xelkê me biçe wan navçeyan û em bikarin wan avedan bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heman demê de diyar kir ku, di civînê de wan çendîn mijarên din jî gotûbêj kirin, weke hewldana ji bo baştirkirina jiyana xelkê, bihêzkirina peywendiyênligel welatên dost û bi taybetî Almanyayê.
Barzanî eşkere jîî kir, wî di hevdîtinê de daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kir ku zêdetir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku ew karibin sektora aborî ya Herêma Kurdistanê bipêş bixin ku dê bandoreke wê ya rasterast li ser aramiya navçeyê hebe.
“Bi hev re karkirina Bexda û Hewlêrê ji bo me pir girîng e”
Wezîra Derve ya Almanyayê jî di destpêka axaftina xwe de, spasiya Herêma kurdistanê kir ku hejmareke zêde ya koçber û penaberên ji tirsa DAIŞê reviyane vehewandine û herwiha alîkariya mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kirine.
Baerbock di bersiva pirsa Peyamnêra Rûdawê Peyam Serbest de got ku wan di civînên xwe de pirsa gaza xwezayî, petrol û enerjiya pak jî gotûbêj kirine û got: “Pojeyên me ji bo dema pêş hene û doh li Bexdayê û îro li vir jî di hevdîtinan de, her wiha li Munchen û Berlînê jî di hevdîtinên li gel şanda Iraqê babeta serekî pirsên aborî, pêşveçûn û çawaniya hevkariyê bû. Dîsa ji me re zelal bû ku hevkarî gelekî girîng e, bihevre karkirina welatan û bi hev re karkirina Bexda û Hewlêrê ji bo me pir girîng e. Di pirsên ewlekariyê de hevkarî girîng e û em dizanin ku pirsên ewlekariyê pir ji nêzîk ve girêdayî pirsên geşeya aborî û siyaseta enerjiyê ne. Ji ber vê jî dema em li vir civîn û hevdîtinên hevkariyê pêk tînin, bala me li ser van xala ye û niha jî me di gotûbêja xwe de behs kir ka em çawa dikarin di babeta enerjiyê de bi hev re kar bikin.