Zêbarî: Hin rayedarên kurd nahêlin Bexda budceya Pêşmerge bide!
Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî derbarê nedana budceya Pêşmerge ji aliyê Bexdayê ve, ragihand ku, Hikûmeta Iraqê nabêje ez pereyan ji Pêşmerge re naşînim, lê ew pirsgirêkên siyasî yên Kurdistanê dike hêceta neşandinê.Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê de ragihand: Rayedarên partiyeke kurdî li Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye, budceya Pêşmerge tenê ji partiyekeke Herêma Kurdistanê re diçe.Rûdaw: Ji aliyê darayî ve, em di sala nû de li hêviya çi bin?Hoşyar Zêbarî: Sala 2016an dê bo Iraqê saleke dijwartir ji sala 2015an be. Lê neheta dawiya sale dê rewşa darayî zehmet be. Dibe ku di meha Îlonê yan Cotmehê de nirxê petrolê zêdetir bibe. % 90 ji aboriya welat li ser petrolê ye. Di sala 2015ê de me karî mûçeyên fermanberan bidin. Eger rewş wisa bidome û nirxê petrolê wisa bimîne, dibe ku em meha Nîsanê nema karibin mûçeyan bidin.Rûdaw: Gelo dê nirxê petrolê bilind bibe?Gelek alî û şîrket pêşbîniya nirxê petrolê dikin û ew dibêjin, dibe ku di Payizî de daxwaz li ser petrolê zêde bibe û nirxê wê zêde bibe. Lê divê ew em wê rastiyê zanibin ku êdî wek berê Iraq nema kare tenê pişta xwe û bi pereyên petrolê girê bide û divê li alternatîvên din bigere.Rûdaw: Eger nirxê petrolê hêj daket, altirnatîvên din çi ne?Çend altirnatîv hene, wek deyinkirinê. Wek beriya çend rojan me milyarek û 200 milyon dolar ji Banka Navdewletî deyin kir. Heriwha emê xalên hikûmî mîna gumrikan bifroşin. Bijardeyekî din heye ku çawa nirxê dînarê Iraqê zêde bikin. Herwiha alternatîveke din heye ew jî, em hinek mûçeyên fermanberan nedin û li cem xwe bi deyin bihêlin. Bijardeyekî din heye ku em petrolê bifroşin û pêşekî pereyê wê werbigirin. Herwiha bilindkirina nirxê av û kareba û sûtemeniyan. Divê em mûçeyê fermanberan peyda bikin, ji ber ku em mehane 4 milyar dolar mûçeyê fermanberan didin.Rûdaw: Ji budceya Iraqê trilyonek û 200 milyar dînar bo Heşda Şeibî ya şîeyan hatiye danîn, çima tiştek ji Pêşmerge re jî nehatiye diyarkirin?Pişka Pêşmerge di Desûra Iraqê de parastî ye. Budceya Pêşmerge di bernameya siyasî ya avakirina vê hikûmetê de heye. Herwiha Budceya Hêzên Pêşmerge li ser pişka hêzên bejayî yên Iraqê ye. Me ew budce heta 6 mehan peyda kir, lê mixabin piştre rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rawesta.Rûdaw: Gelo pere di destê de hene û ti naşîne yan Ebadî nahêle ti bişîne?Pere hene. Min beriya çend rojan li Encumena Wezîran got, heta niha we mûçeyê Pêşmerge neşandiye. Wan got, me biryar nedaye ku pereyên Pêşmerge neşînin, lê pirsgirêkên navxwe li Herêma Kurdistanê hene. Me ji wan re got, nabe hûn wê yekê bikin hêcet bo neşandina budceya Pêşmerge. Mebesta min ew e, ku ti biryar bo neşandina pereyên Pêşmerge tune ye, lê Heyder Ebadî bi xwe Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ye û pêwîst e ew biryarê li ser bide.Rûdaw: Mijar hêj nezelal e, çima biryar li ser budceya Heşda Şeibî hatiye dan û pereyên xwe werdigire, çima budceyê Pêşmerge nayê şandin?Hikûmet, hikûmeta Heşdê ye, hikûmeta şîeyan e û ew piranî ne. Tenê 3 – 4 wezîrên kurdan di hikûmetê de hene. Budceya Pêşmerge ne ji cem min tê şandin. Budceya Pêşmerge ser bi Wezareta Bergirî ya Iraqê ve ye.Rûdaw: Ev çend meh in ku Bexda pere ji Pêşmerge re neşandiye?Ji meha Hezîranê ya borî de pere ji Pêşmerge re nehatine şandin. Mixabin helwesta kurdan li Bexdayê ne yek e. Rola kurdan li Bexdayê lawaz bûye, lê di mijara budceyê de xwedî yek helwêst bûn. Rayedarên partiyeke kurdî li Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye, budceya Pêşmerge tenê ji partiyekeke Herêma Kurdistanê re diçe. Ev jî yek ji sedeman e ku Bexda pudceya Pêşmerge neşîne. Hikûmeta Iraqê ji hin aliyan ve li hember Herêma Kurdistanê pêbendî gelek tiştan bûye. Wek derman, Petrol, Benzîn, Xwarin, Mafê Cotkaran, Regezname û Pasevanên Sînor berdewan mûçeyên wan bi Kurdistanê tên şandin. Ji pereyên ku me deyin kirin, me 200 milyon dolar bo nûjenkirina Bendava Mûsilê ya nêzîkî Dihokê re ye. Herwiha Herêma Kurdistanê dahata deriyên sînorî ji Bexdayê re naşîne.Rûdaw: Gelo Bexda budceya pêşxestina parêzgehên dide Herêma Kurdistanê? Ti taybetmendiya Helebce heye, ku parêzgeheke nû ye?Belê, dide, lê ne hemû. Taybetmendiya bajarê Kerkûkê heye. Derbarê Helebce jî, me par li ser budceya Silêmaniyê hesabek jê re kir û îsal jî, ji budceya Iraqê tiştek jê re hatiye diyarkirin.Rûdaw: Niha dahata Iraqê çend e?Budceya Iraqê 105 trilyon dînar e. Dahat 80 trilyon e. 25 trilyon jî kêmasî ye.Rûdaw: Bexda yan Hewlêr rêkeftina di navbera wan de, binpê dike?Herdu. Mijara pêbendnebûnê ne tenê pêwendî bi budceyê heye. Komek pêwendiyên bazirganî û ewlehiyê di navbera wan de hene. Him pêwendiyên din hene ku pêdviya herdu aliyan pê heye. Iraq welatekî federal e. Hin kes ku berê di di hikûmetê de bûn yan niha di hikûnmetê de ne, wê yekê fêm nakir, lê ez pêşbînî dikim ku di paşerojê de Iraq zêdetir ber bi federaliyê de biçe. Niha pêwendî di navbera herdu aliyan de hene. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend caran ligel Ebadî bi telefonê axivî ye. Name di navbera wan de hene. Şand diçin û tên.Rûdaw: Bi nêrîna te, pêngaveke baş e ku şandeke Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê?Belê, pir baş e. Tiştek ji danûstandinan baştir tune ye.Rûdaw: Dibêjin dê herêmeke din li Iraqê bo suniyan çêbibe, gelo ev yek rast e?Li gorî Destûra Iraqê mafê wan e. Ew yek li ser serkirdeyên suniyan dimîne, ku gelo dixwazin yan na. Lê ez bawer dikim ku Iraq ber bi federaliyê ve diçe.Rûdaw: Ti 10 salan wek Wezîrê Derve yê Iraqê ma, gelo dewleta kurdî nêzîk e yan hêj jê re maye?Li ser rewşê dimîne. Kurd xwedî mafê biryardanê ne li ser çarenivîsa xwe. Ev yek di destura Iraqê de jî hatiye. Ez dibînim ku hikûmeta niha ya Iraqê pir ji ya Malikî baştir e. Derfet heye ku em pêre bigihên hinek rêkeftin. Ew hikûmet li çareseriyan digere û rewşa Kurdistanê li ber çav digire, herwiha nakokiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê liberçav digire û xwe nake aliyek.Rûdaw: Lê di mijara budceyê de, Ebadî ji Malikî kêmtir nekiriye, çima jê maştir e?Ez hêceta ji Hikûmeta Ebadî re dernaxim, lê nêta wê ne dijatiya kurdan e û ji hikûmeta Malikî baştir e. Wek mînak, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha Hezîranê ve bi awayekî serbixwe petrolê difroşe û ti pirsgirêk jê re dernexistiye, lê ez red nakim ku dinyayek kêmasiyên wê hene.Rûdaw: Ti kesayetiya Ebadî çawa dibînî?Ebadî ji aliyê kar de zehmet e, lê alîkar e. Lê carna di biryarên xwe de dudil e, lê niha li navxwe û derve hemû piştgiriya wî dikin. Dibêjin ev derfetek e bo Iraqê, ku welat ji terorê rizgar bike û hikûmet ber bi reformê ve biçe. Ne hikûmeteke mezhebî be, yan ser bi Îranê ve be.