Zêbarî: Derketina DYAyê beriya 2020ê Iraq dê zirarê bibîne
Serfermandeyê giştî yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku, eger hêzên DYAyê, beriya sala 2020ê ji Iraqê vekişin, welat dê zirarê bibîne.
Babekir Zêbarî, îro li Hewlêrê, seredana nawenda AKnewsê kir. Zêbarî di bersiva pirsên peyamnêran de got: “Li gorî plana ku me dariştiye, artêşa Iraqê dê heta sala 2020ê xurt bibe û bikaribe hemû sînorên welêt biparêze.”
Zêbarî got ku, artêşa Iraqê niha di têkoşîna li dijî terorê de amade ye û wiha got: “Lê hêzên me vê gavê nikarin sînorên bejayî û hewayî biparêzin.”
Serfermandarê arteşa Îraqê li dor vekişana hêzên DYAyê ji Iraqê jî, got: “Heke rêkeftina ewlehiya navbera Bexda û Washingtonê diberçavan re neyê derbaskirin, hêzên DYAyê heta dawiya îsal dê ji welêt vekişin û heke tiştekî wiha bibe dê Iraq zirarê bibîne.”
Babekir Zêbarî, derbarê rewşa deverên kêşedar de jî got: “Heke hêzên DYAyê li wan deveran vekişin, dê hêzek navneteweyî wek NATO, li wir bê cîkirin.”
Li gorî rêkeftina ewlehiya navbera Iraq û DYAyê, divê hêzên DYAyê, heta dawiya 2011ê ji Iraqê vekişin. Tê gotin, niha li Iraqê 50 hezar leşkerên DYAyê hene.