Zarokbazî(pedofîlî) jî hima-hima meşrû bû!
Rojev pir zû tê guhartin. Bi mînaka bûyerên çend hefteyên dawî; di alîkî da ”derbe” ye, di alî din da ”teror” e û leca li ser sêpêya daleqandinê, di alîkî da parlamenter tên binçavkirin, di alî din da jî destserdana şaredarîya, di alîkî da rojname û televîzyon tên girtin, di alî din da jî bi hezara kes tên derdestkirin… Şerê ku li Surîyê, li Îraqê bi tevayî li herêmê jî heye, ew jî barê li ser bara ye! Roja ku meriv ji çapemenîyên cûda, bûyer û nûçeyên xweyn û kuştinê nebîhîse nema ye, tune ye!Qaşo wan bûyerên qirêj nabin û têr nakin, di ser da jî nûha, ”zarokbazî” bi pêşnîyarekî bêhempa kete çapemenîyê! Bi kurtayî; Bi şertê zewaca zarokbaz û zarokê tecawûzkirî, ”ji zarokbaza ra efû dertê!” Nizanim, ka gelo meriv bi çi awayî dikare li ser vê mijara hanê binirxîne, şîrove bike? Bi kîjan mêjîyê, bi kêjan nêrînê, bi kêjan wijdanî, bi kêjan merivahîyê, bi kêjan rêje û pîvanî? Herçî ez bi xwe, nîqaşa li ser vê mijarê pewistî dibînim. Nûha vê pêşniyara qirêj paşva hate vekişandin, lê raman û mentalîte di cîyê xwe da ye, dibê ku ev nêrîn, nîyet û mentalîte bê mehkûmkirin.Bila ku navê zaroka(li gorî pîvan û rêjeyên zanînnasên navnetewî) yên binîya 18-salî hêjî ”zarok” in, çi bi xwezayî çi jî bi fermî hê reşîd nînin, nebûne, bi her awayî hê tênegihiştî û xav in. Gêran(bilûx) bûbin jî hê ”zarok” in, bi tu awayekî hê kamil nebûne gidî!Çi şerm, çi heya, çi jî fedî maye! Ji xwe qala ”etîkê” qet nekin! Ev çi hovîtî ye, vana çend hezar sal berê jî ne di cî da bûn, lê belê bi hedîse û fitwaya, bi navê ola li xwe helal dikirin!!! Tu rêje û pîvana tecawuzê tune ye! Keç be kur be, herdû jî ”zarok” in.Ger zarokekî keçîn ji alî 5 kesa va bê tecawuzkirin, û ger ew keçik ji wan zarokbaza bi yekî ra bizewice ma namûs, xîret, şeref û hesîyet paqij dibe?! Ma qey tu pirsgirêk namîne, derîyê mizgeftê, xutbeyê, Kabeyê û bihuştê vedibe?! Ger zarokekî kurîn ji alî 5 kesa va bê tecawuzkirin, ka gelo ew kurik bi kîjan zarokbazekî ra wê bê ”zewicandin”! Ma vê carê jî derîyê axîretê ya qata hefta vedibe?! Bawer bikin ger dojeh hebîya, wê agirê dojehê jî ji kerba wan bitemiriya!Wan kesên ”tecawuzkirî”, heta jîyana wan hebe wê ji travmaya nikaribin xwe xelas bikin.Dibê ku meriv beriya her tiştî xwedî empatîyekî be. Li ser xwe, li ser malbata xwe, li ser keç û kurê xwe biramînin(bifikirin), hêna li ser kesên dinê biryara bidin. Li gorî piranîya zanînnasa, kesên ”zarokbaz” nexweş in û dibê ku bên tedawîkirin. ”Zarokbazî” bi xwe nexweşîn e. Loma jî, dema ku zarokbazekî bi yekî reşîd ra dizewice, piştî demekî yan jî bi tevayî di dema zewacê da lêdan, kutan kêm nabin û heta ”tecawuzê” jina xwe jî dikin. Vana nexweş in. Ji van sedemên nexweşîna jî, zewaca zarokbaza yan di dema temena zewacê jî ne di cî da ye, bi piranî û bi giranî tu cara nikarin bextewar bibin, yan jî ji yekî hez bikin, yan jî empatîyekî nîşan bidin. Van zarokbaza çi bi bîyolojîk çi jî bi pisîkolojîk temam nînin, kêm in. Lê kesên ku ji van zarokbaza ra rê veke û wana ”mexdûr” bide nîşandan, û bi xwe ra jî zaroka bikin nedir(qurban) ew bi xwe super-nexweş in, ew bi xwe sadîst in, ew bi xwe zarokbaz in!!! Her weha, wan kesên ku bi dengên xwe ji bû kesên tecawuzkira ra riya zewacê vekin, ew di mêjîyê xwe da, hê ji tecawuzkira zêdetir tecawuzkir û zarokbaz in. Di gavekî pêş da gelo ”efûya mirîbaza(nekrofili)” tune be?! Ma ”mirîbaz” jî mexdûr nînin!? Nexwe mirîbaz jî dibê ku bi mirîya ra bizewicin, ma ne wusa ye? Bê lome be, meriva weha diritimînin û dixirînin!Ew, bi zanistî van pêngav û lecên hanê hovîtîyên ku henin, zêdetir û pirtir dikin. Dûpişkekî reş û gewre ye, lê bila ku zûda ye bi xwe vedaye, bê serî û bê çav dilezîne, ber bi mirinê va dibeze! Xelasî tune ye! Îlhamî Can[email protected]