Zanîngeha Tehranê Ansîklopediya Kurdan amade dike
Dr Ismail Şems Birêvebirê Lêkolînên Kurdî û Navenda Ansiklopediya Mezina Islamî ya Zanîngeha Tehranê li konferanseke Stenbolê de daye zanîn ku li bin çavdêriya beşa Kurdojî ya ku 2010 an de hatiye damezrandin, amadekariyên ansiklopediyeke 6 bergî di derbarê Kurdan de berdewamin.
Şems ku li Stenbolê beşdarî li konferanseke Beşa Kurdolojê ya Zanîngeha Bilgî kiribû, daye zanîn ku armanca wan ya li vê ansiklopediyê de ewe ku dîrok, siyaset, çanda Kurdan kom bikin, bi vê meremê jî heta niha ji 2 hezar kitêban sûd wergirtine.
Her wiha Dr Ismail Şems daye zanîn ku bi hezaran gotarên di derbarê Kurdan de hatine komkirin û Şems dibêje: Em dixwazin bi hemû zanîngehan re peywendiyên me hebin. Kî bixwaze were Îranê lêkolînê bike, dergehên me ji bo hemû kesekî vekiriye û em amadene piştgiriya wan jî bikin. Her wiha dikarin ji beşa me ya Kurdolojiyê sûdmend bibin.