Polîtîk

Zanîngeha Dihokê konferanseke navdewletî li Akrê saz dike

Zanîngeha Dihokê salane çendîn kongre û konferans û çalakiyan li ser asta Herêma Kurdistanê û asta navdewletî saz dike û bandoreke erênî ji aliyê asta zanistî û pêşketinê li ser xwendekaran bi giştî û deverê bi taybetî dike.

Li sala 2014 an Zanîngeha Dihok çendîn çalakiyên bi vî rengî encam daye û encam dide ku yek ji wan jî konferansa navdewletiya 1. Peymangeha Zanist û Perwerdeye li Akrê.

Konferansa navdewletiya 1. Peymangeha Zanist û Perwerdeyê li Akrê dê li jêr dirûşma bajarê Akrê li navbera pêşerojeke kevin û îro ya bi rûmet û paşarojeka geş li rojên 13.14.04.2014 li Peymangeha Zanist û Perwerdeyê li Akrê tê sazkirin û wê çendîn vekolîn bêne pêşkêş kirin ku  60 vekolîn ji aliyê lîjneya zanistî ya konferansê ve hatine pejirandin û pênç ji van vekolînan ji derveyê Iraq û Herêma Kurdistanê ne.

Armanca vê konferansê vekolîna aliyên dîrokî û şaristanî û şûnwarî û cografî û civakî û zimanî û edebî û rewşenbîriya bajarê Akrê ye, ku wê di çarçoveya komeka vekolînên zanistî da û ji aliyê akademî û kesên pîspor di nav Iraqê û derveyê Iraqê bête pêşkêş kirin.

Back to top button