DosyaPolîtîk

Yûsif Mihemed nema serokê parlamentoyê ye

Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, wan gelekî hewl daye da ku rewş negihê vê astê, lê Goran ew neçar kirin vê biryarê bidin, lewma ji niha û pê de Yûsif Mihemed êdî nema serokê parlamentoyê ye û dê kesekî din bibe serokê Parlamentoya Kurdistanê.Mihemed Elî Yasîn Berdevkê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me gelekî hewl daye da ku rewş negihê vê astê, lê Goran em neçar kirin vê biryarê bidin.”Yasîn wiha got: “Baştirîn bijarde li cem me sazan û tifaq e, ku me gelekî hewl jê re daye û li ser vê bingehê jî me hikûmeta tifaqê pêk anî, ku baweriya me bi karê hevbeş hebû, lê wê yekê bi Tevgera Goran de ser negirt. Ti pêwendiya pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi mûçeyê fermanberan re nebû, lê Gora new pirs têkelî vê kirîza darî ya niha li Herêma Kurdistanê kir.”Berdevkê Fraksiyona PDKê wiha domand: “Goran gelek hewl da ku alozî û tevliheviya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bîne Hewlêrê jî, lê rê li wan hat girtin û karê wan ser negirt. Rewatiya Parlamentoya Kurdistanê maye, lê ya Yûsif Mihemed nemaye û êdî ew nema serokê parlamentoyê ye. Gotinek heye ku dê cîgirê wî, cihê wî bigire, lê hêj tiştek nehatiye yekalîkirin.” 

Back to top button