CîhanRojev

Yunanîstan û Amerîka dijî tirkiye çalakiyeke serbazî encam didin

Îro dûşem Yunanîstan bi hevbeşî li gel Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dest bi çalakiyeke serbazî dikin û têda tank bikartînin û heta pênç rojan li nêzîkî tixûbê bejayî ya tirkiyê berdewam dibe.

Li gor rojnameya “Etnos” ya Yunanî, ew çalakî bi tankên Yunanîstan û Amerîka bi hevbeşî li 14 eylûlê li bingeha rahênana Xanthi destpêdike. Li gor zanyariyan, baştirîn tanka Amerîkî ya cûreya ABRAMS ya pêşketî M1A2 têda beşdar dibin.

Her wiha kanala “Obn tv” ya Yunanî jî balkişan li ser wê yekê ku ew çalakiya hevbeşa Yunanîstan û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi beşdariya tank û zirêpoşan, ya bi navê parastina bilindtirîn asta amadebaşiyê ye.

Ev çalakiya hevbeşa Yunanî û Amerîkî bersîva wê yekê ye ku Enqere 40 tankên tirkî şandibû ser tixûbên Yunanîstanê.

Back to top button