Li bajarê Wanê di kongreya HDPê de hevseroka HDPê Figen Yuksekdag axivtinek kir. Yuksekdag di axavtina xwe de behsa bûyerên Kurdistanê kir. Ji serî heta binî axaftina Yuksekdag de, propagandeyek bê naverok hebû.
Ji hemiyê jî girîngtir Yuksekdag beşik axavtina xwe de got: Wan bi tenê xaniyên me rûxandine, em dê hemî pêkve, ji Cizîr heta bi Sûra Amedê wan xaniyan ji nûve ava û nûjen bikin.”
Yuksekdag baş dizanê ew nikarin yek xaniyekî ku hatî ruxandin ji aliyê wê û partiya wê ve bê avakirin. Ji ber ku siyaseta wan ne ya avakirinê ye, lê ya rûxandin û xirbkirinêye.
Piraniya Surê ji aliyê hukumetê ve ji dewla serê Yuksekdag hate îstimlakkirin.
Gelo wêrankirina bajarên Kurdistanê çikas ji bo Yuksekdag û çepên marjinalên Kemalist xeme? Eger ev yek baş bê şirovekirn, dê hingê nirxê gotara Yuksekdag jî derkeve holê.
Gelo kuştina ciwanên kurd li kolanan de çikas xema Yuksekdag e?
Dema Yuksekdag xeber dide, gelek bi keyf e.
Lê kesên ji malên xwe derketine, koçber bûne, zarokên wan ji xwendinê dûr ketine û malên wan wêran bûne çikas bandorê li hizra Yuksekdag dike?
Ji hemûyê girîngtir Yuksekdag çikas bi êşa Kurdistanê dihesê?
Heta kurd li Bakur nikaribin bersiva van pirsa bidin..Pirsa kurd li Bakur nayê fam kirin û dê yên weke Yuksekdag pêşevaniya kurda bike.
Ev yek jî ji bo Kurdistana Bakur felaket e.