YSK hejmara parlementerên parêzgehan ji nû ve destnîşan kir
Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê di çarçoveya daneyên nifûsê yên sala 2023an de guhertin di hejmara parlamenterên hin parêzgehan de çêkir. Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hejmara wekîlên ku ji Stenbolê dihatin hilbijartin ji 98an daket 96an.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li gor îstatîstîkên nifûsê yên Saziya Îstatîstîka Tirkiyê ya 31ê Kanûna Pêşî ya 2023an hejmara wekîlên parêzgehan ji nû ve tesbît kir.
Di biryarê de hat ragihandin ku daneyên ninfûsê di 31ê Kanûna 2023an de ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê ve hatiye ragihandin û di vê çarçoveyê de 600 parlamenter li gor parêzgeh û navçeyan hatine parvekirin.
Li gor vê yekê wê Enqere 36, Stenbol 96, Îzmîr jî 28 wekîlên xwe hebin.
Li gor biryara nû, wê hejmara parlamenterên parêzgehan wilo be:
“Adana 15, Adiyaman 5, Afyonkarahisar 6, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 36, Antalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balıkesir 9, Bilecik 2, Bîngol 3, Bedlîs 3, Bolu 13, Bursad , Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizli 7, Diyarbekir 12, Edîrne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 6, Eskişehir 7, Gaziantep 14, Giresun 4, Gümüşhane 2, 3, Hakkaray 4, Hakkaray0 13, Stenbol 96, Îzmîr 28, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 10, Kırklareli 3, Kirşehir 2, Kocaelî 14, Konya 15, Kütahya 4, Meletî 6, Manîsa 10, Kahramanmaraş 8, Muğla3, Mêrdîn 7, Nevşehir 3 , Niğde 3, Ordu 6, Rize 3, Sakarya 8, Samsun 9, Sêrt 3, Sinop 2, Sêwas 5, Tekirdağ 8, Tokat 5, Trabzon 6, Tunceli 2, Şanliurfa 14, Uşak 3, Yogat 4, Wan 4 , Zonguldak 5, Aksaray 4, Bayburt 2, Karaman 3, Kırıkkale 3, Batman 5, Şirnex 4, Bartin 2, Ardahan 2, Iğdır 2, Yalova 3, Karabük 3, Kilis 2, Osmaniye 4 û Düzce 3.” Her weha wê Enqere bibe 3, Bursa bibe 2, Stenbol bibe 3, Îzmîr jî bibe 2 herêm.