YPG ji rojhilatê Firatê derkeve, em ê agirbestê ragihînin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan aşkere kir heger YPG ji Rojavayê Kurdistanê derkeve ew dê operasyona xwe rawestînin.
Erdogan di kombûna heftane ya partiya xwe de şertê rawestandina operasyonê eşkere kir û xwest, YPG ji rojavayê Kurdistanê vekişe. Eger na operasyona wan ranaweste û ew li ser şerê xwe rijd in. Erdogan herwiha dibêje, wî di derbarê operasyonê de çi soz neda ye çi kesî, lê wan welatên pêwendîdar agahdar kirin e.
Herwiha Erdogan got: “Îşev hemû endamên YPGyê bila hemû çek û alavên xwe bihêlin û ji herêma ewle kû me sînorê wê diyar kiriye derkevin. Heger YPG ji Menbicê heta sînorê Iraqê vekişe operasyona me jî dê dawî were. Divê herkes bersivek erenî bide vê pêşniyara me. Armanca me ji Menbicê heta sînorê Iraqê kontrolkirina 35 kîlometreçargoşe erd e. Heta em bigihijin armanca xwe ti hêz nikare rê li ber me bigre.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence îro çarşembê 16.10.2019an serdana Tirkiyê kirin û tê çaverêkirin ku ligel berpirsên Tirkiyê bicivin û hewl bidin operasyona serbazi ya Tırkıyê bo Rojavayê Kurdistanê rabigrin.