YPG: Emê li ser bingehê peymana Hewlêrê hewlbidin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ew ê li gorî peymana Hewlêrê hereket bikin. YPGê îro ji ajansan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir. YPGê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew ê li gorî biryarên ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) ve wê bêne girtin hereket bikin. Di heman daxuyaniyê de tê îfadekirin ku, wana hewldanên Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî yên di warê yekîtiya Kurdan de erênî dibînin.
Di nûçeyên ku doh derketibûn yên ku dihat gotin ku YPGê ragihandiye ku ew ê xwe bi peymana Hewlêrê ve girê nede û ew ê tevlî hêzên çekdar yên ku tên xwestin di bin navê Artêşa Azad a Kurd de were damezrandin, cîh negrin jî, YPG dinirxîne û îfade dike ku sedema vê agahdarnekirina wan bûye. Di vê mijarê de daxuyaniya YPGê wiha ye: “Sedema daxuyaniya me a ku berê me daxuyand, hin nûçeyên ku di çapemeniyê de cîh girtibûn. Ew nûçeyana bûn sedema ku em biguman li rewşê mezebikin. Ji xwe wê demê hîn Desteya Bilind a Kurdî jî em agahdar nekiribûn.”
YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser rista Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî a di warê yekîtiya Kurdan de wek erênî bilêvkir û diyar kir ku, “Em bi biryarên DBKê ve girêdayîne. Çimkî em hêzên ku gel diparêzin in û ji bo ewlehiya gel hewl didin. Em rista Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî a ku dixwaze astengiyên li ber yekîtiya Kurdan rake, erênî dibînin.”