YNKê kurdên Rojhilat aciz kir
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji ber çapkirina kitêbekê bi navê ‘’Pêşewayê Mezin Îmam Xumeynî’’ ji aliyê Navenda Ragehandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve, nîgeranî û nerazîbûna xwe pêşan dan.
Hejmarek çalakvan û komeleyên Rojhilatê Kurdistanê wek nerazîbûnekê li ser çapkirina kitêba bi navê ‘’Pêşewayê Mezin Îmam Xumeynî’’ li ser tora civakî ya Facebookê û bi rêya ragehandinan kampanyayek dan destpêkirin.
Hefteya borî kitêba navbirî ji aliyê Navenda Ragehandinê ya YNK’ê ve hat belav kirin û li ser torên civakî jî behsa wê hat kirin. Bi baweriya kurdên Rojhilatê Kurdistanê çapkirina kitêbekê bi navê ‘’Pêşewayê Mezin Îmam Xumeynî’’ sivikayetîkirin e bi kurdên rojhilat, xebat û xwîna şehîdên wî parçeyê Kurdistanê.
Ji bo şermezarkirina vî karê YNK’ê nêzîka 25 partî, grub û komeleyên Rojhilatê Kurdistanê kampanyayek dan destpêkirin û beyannameyek jî belav kirin.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: ‘’Rêzgirtin li cinayetkarekî wek Xumeynî û bi taybetî danîna nasnavê ‘’Pêşewayê Mezin’’ bê rêzî ye li hember xwîna şehîdan û xebata 34 salan a gelê Kurd li wî beşê Kurdistanê. Lewra em daxwazê ji berpirsên Başûrê Kurdistanê dikin daku di vê derbarê de lêkolînê bikin û bersiva xelkê zilmlêkirî yê Rojhilatê Kurdistanê bidin.’’
Xumeynî di sala 1979’ê de piştî ruxana rejîma Şahê Îranê û şoreşa gelên wî welatî karî desthilata Îranê bixe destê xwe û hikûmeteke îslamî dabimezrîne. Partiyên siyasî yên rojhilat her ji destpêka çêbûna Komara Îslamî ya Îranê ve ew hikûmet qebûl nekirin.
Sîh sal zêdetir e nakokî di navbera partiyên rojhilat û Komara Îslamî ya Îranê de heye û zêdeyî 15 salan jî li dijî hev şer kirin. Xumeynî piştî pêkanîna hikûmeta xwe ya îslamî fermana cîhadê li dijî kurdan derxist û hemû partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wek neyasayî binav kirin.
Erdelan Hewramî /Bas