Polîtîk

YNKê Komiteya Rêvebir ya nû hilbijart

YNKê civîna xwe ya Meclisa Partiyê li darxist û Komita Revebir(Plitburo)  ji nû ve hilbijart. Berdevkê YNKê Ehmed Sedî Pîra konferansek çapemeniyê de da xûyakirin ku; Di civînê de desteyeke nû bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl hat hilbijartin, daku heta pêkanîna kongreyê rêveberiya YNKê bike, ku piraniya wan endamên berê yên polîtburoyê ne.Komiteya Rêvebir di serokatiya Kosret Resul de civina ya yekem pêktîne.Endamên Komiteya Rêvebir(Politburo) a YNK evin:1 – Kosret Resûl Elî2 – Hêro Îbrahîm Ehmed3 – Mela Bextiyar4 – Hakim Qadir Heme Can5 – Umer Fetah6 – Seidî Ehmed Pîre7 – Mehmûd Sengawî8 – Şêx Cefer Şêx Mistefa9 – Refet Ebdullah10 – Rizgar Elî11 – Aso Elmanî12 – Qadir Ezîz13 – Ednan Muftî14 – Şoreş Îsmaîl15 – Erslan BayizDi nava politburoya nû de navê, Azad Cundiyanî û Berhem Salih tuneye. Ew herdu ji YNKê cuda bibûn. Parezgerê Kerkukê Necmettin Kerim jî ji bo komiteya nû nehat hilbijartin.

Back to top button