Cîhan

YNK li Silêmaniyê li gel PKKê hevkariyê dike

Wezîrê derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, tevlî bernameyeka televizyonî bû. Fidan di derbarê siyaseta derve ya Tirkiyeyê de û rewşa herêmê de hinek axavtinên balkêş kirin..

Fîdan da xûyakirin ku di navbera PKKê û YNKÊ de hevalbendiyek heye û got ku, eger ev havkarî berdewam be emê mecbûr bibin gavên zêdetir bavêjin.

Hakan Fidan di axavtina xwe de got: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bi PKKyê re hevkariyê dike. Divê YNK ji dev vê helwesta xwe berde. Eger YNK li gel PKKê bi vî awayî berdewam bike emê jî ya pêwistbe bikin.

Fidan behsa Suriye û rojavayê Kurdistanê jî kir û got: Em naxwazin li Suriye bibe tehdît li ser welatê me. Em li dijê terorê xwe diparêzin. Em naxwazin ji Suriye birayên me yên ji şer direvin hêdî werin ba me.

Back to top button