Civak

YNK: Em ji encamên hilbijartina dipejirînin

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre daxûyakirin ku, ew weke YNK di ber parastina berjewendiyên giştî de berpirsyar in û ji encamên hilbijartinan razî ne û qebûl jî dikin.

Sedî Ehmed Pîre herwiha ragihand, eger pêwîst bike, ew dikarin li gel aliyên nerazî jî bicivin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan danûstandinan bikin.

Pîre diyar kir ku ji bo avakirina kabineya nû deriyê wan ji her diyalogê re vekiriye û wiha pê de çû: “Ji bilî bihev re karkirina YNK, PDK û Goran ti alternatîfekî din tine ye û bêyî yekbûnê em nikarin li Bexdayê bigihin armancên xwe.”

Berdevkê YNKê di heman demê de daxwaz ji kesayetên weke Serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî  kir ku heya dawiyê destpêşxeriyê bikin û aliyan bînin cem hev daku vê qonaxa niha  derbas bikin.

Di beşeke din axaftina xwe de Pirê anî ziman ku di her hilbijartinan de kêmasî çêdibin û nêrîna tevahiya partiyên hebûye û got: “Paqijkirina lîsteyên dengdaran niha nikare tiştekê biguhere. Êdî dereng her bajêr wek herêma hilbijartinê bê cudakirin, lê ji bo hilbijartinên bê dibe ev yek bê gotûbêjkirin.

Back to top button