Polîtîk

YNK bi rêkeftinê pabend nebûne û divê ew berpirsatiyê bixin stûyê xwe

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna  Serkirdatiya PDKê ragihand, PDK dê berdewam be li ser xebatên xwe ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê di dema xwe ya yasayî de ji ber ku xelkê Kurdistanê êdî gîrokirina avakirina hikûmetê tehemûl nakin.

Berdevkê PDKê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Em bi YNKê re rêkeftibûn ku roja 18ê Sibatê civîna Parlamantoya Kurdistanê encam bidin û Serokatiya Parlamantê bê hilbijartin, lê mixabin ew başdar nebûn û poşman bûn. Piştî wê roja 4ê Adarê jî bi YNKê re me  du rêkeftin îmze kirin û di piştre paşkoyek bo wan her du rêkftinan jî me îmze kir û me diyar kir ku çawa babet bêne çareserkirin. ”

Derbarê pirsgirêkên Kerkûkê de, Mehmûd Mihemd got: “Serok Barzanî û Kak Kusret Resûl li ser posta Parêzgarê Kerkûkê lihev kiribûn, lê YNKê poşman bû. Bi YNKê re rêkeftibûn, ku berî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê, tenê pirsa postan yekalî bibe û piştî pêkanîna hikûmetê pirsên din yekalî bikin. Lê mixabin YNKê bê serûberî û bê me agahdar bike vekişiya.”

Mehmûd Mihemed ragihand, bi YNKê re li ser hemû tiştan rêkeftibûn û naveroka her du civînên me kiribûn, belav dikin.

Li ser dahatûya pêwendiyên PDK û YNKê, berdevkê PDKê got: “Divê rêkeftin bê bicihkirin, lê ta niha ti guftûgo me nekiriye û me gotina xwe gotiye. Ew bi rêkeftinê pabend nebûne û divê ew berpirsatiyê bixin stûyê xwe. Divê xelkê Kurdistanê vê yekê bizanibe.”

Derbarê pirsgirêkên şewitandina genimên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de got: “Ew di stûyê hêzên ewlehiyê de ye û divê rewşa niha ya Kerkûkê bê çareserkirin.”

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê ragihand, PDK dê berdewam be li ser xebatên xwe ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê di dema xwe ya yasayî de ji ber ku xelkê Kurdistanê êdî gîrokirina avakirina hikûmetê tehemûl nakin.

 

Back to top button