Polîtîk

YNK: Berhem Salih dengên Gorran û Komel dibe

 Cîgirê berpirsê malbenda Şarezor a YNKê ragehand, Berhem Salih dengên YNKê di aliyê xwe de nakşîne, dê dengên nerazî yên çend aliyeke din bibe.Cîgirê berpirsê malbenda Şarezor ê YNKê Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re ragehand, helbijartina vê carê ya parlamentoya Iraqê helbijartineke cuda ye. Ji ber du lîsteyên nû ava bûn ku dengên nerazî yên çend aliyeke siyasî dê aliyê xwe de rakêşîne.’’Ehmed Qedeferî got: ‘’YNK ji ber lîsteya Berhem Salih kursiyên xwe kêm nake. Lê dibe bi awayekî dengên YNKê kêm bibin. Bê guman ev jî tişteke asayî ye. Ji ber dengên hemû partî û aliyên siyasî bê cudayî dê dakevin.’’Herwaha got: ‘’Lîsteya Berhem Salih dengên YNKê di milê xwe de nakşîne, dengên Gorran û Komel dê milê xwe de bikşîne. Bi taybet Komela Îslamî. Ji ber baskek Komela Îslamî çûn gel Berhem Salih. Ji ber vê lîsteya Hevpeymaniya Dadperwerî û Demokrasiyê dê dengên nerazî yên Tevgera Gorran û Komela Îslamî di milê xwe de rakêşîne.’’Ehmed Qedeferî got: ‘’Berhem Salih ji ber nemana berjewendiyên xwe li YNKê cuda bû. lê ev jî rewşeke asayî ye. Ji ber herkesek azad e çi bike û çawa karê xwe yên siyasî berdewam bike.’’
Back to top button