Yildiz silavên Gul û Erdogan gihand Barzanî
Êvariya îro dûşem 02.12.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Taner Yildiz Wezîrê Uzeya(Enerji) Tirkiyê û şanda li gel kir.
Li destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Uzeya Tirkiyê û şanda li gel kir û spasiya hewlên Serok Wezîrên Tirkiyê kir ji bo pêşxistina tebayî û birayetî û her wiha geşkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye ji ber ku ev peywendî li berjewendiya Iraq û Tirkiye û Herêma Kurdistanê û hemû navçeyê daye. Li vê civînê de Serok Barzanî di derbarê siyaseta nefta Herêma Kurdistanê û bestina peymana uze li gel welatê Tirkiye û kompanyayên neftiyên cîhanê de got: “Herêma Kurdistanê li vî warî de tu karekî nekiriye dijî destûra Iraqê bê û tu cûre metirsiyek jî li ser tu aliyek dirust nake, bi berevajiyê ve xizmeta berjewendiya gelê Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê dike. Tenê tiştek ku metirsî li ser Iraqê dirust dike dîktatoriyet û xerabî birêvebirina welate”. Serok Barzanî eve jî behs kir ku he jî sala derbasbûyî de Hikûmetên Iraqê saman û neftê Iraqê ji bo wêrankirina Iraqê bikaraniye neku xizmetkirina wê. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew rêya Herêma Kurdistanê ya di derbarê neftê ve li ber girtiye rêyekî rast û diruste û li sala 2007 de li gel Bexda peymanek hatiye kirin ku eger hat û yasaya neft û gaz neyê pesend kirin wê demê heta pesendbûna vê yasayê her dû alî ew mafê wan heye ku li gel kompanyayên neftê li ser derxistin û şandina neftê rêkbikevin ew jî bi navê xizmetkirina welat û welatiyan û li siyaseta neft da Herêma Kurdistanê li gor Iraqê serketîtir bûye.
Li beranber de Wezîrê Uzeya Tirkiye xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û silavên taybetî yê Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiyê bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha di derbarê serdana Serok Barzanî ya bajarê Amedê Wezîrê Uzeya Tirkiye eve rûnkir ku serdana rêzdar bandoreke gelek baş li ser dirustbûna hewaya hevdû hezkirin û tebayî û birayetiya li nav Tirkiyê de hebûye û hêvî jî xwest ew nêzîkî û baweriya li navbera welatiyan kûrtir bibê. Di derbarê pirsa peymana neftiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye Wezîrê Uzeya Tirkiye balkişand li ser wê yekê ku Iraq xwedî samanekî mezine û dikarê li demeke kurt de û bi sedema siyasetekî dirust rewşa jiyana welatiyan bê baş kirin û neft bikeve xizmeta xelk û her wiha ew peymana li gel Herêma Kurdistanê hatiye mohr kirin bi hemahengî û rizamendiya Herêm û Bexda û Tirkiyê dibin û her sê alî pêkve duvdaçûnê li ser babetan dikin.