Cîhan

Yerlikaya Operasyonên salekê eşkere kirin

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di derbarê operasyonên dijî terorê yên ku di navbera 1ê Çileya 2023 û 31ê Kanûna Pêşî ya 2023an de hatine kirin bi daneyan parve kir.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di derbarê operasyonên dijî terorê yên ku di navbera 1ê Çileya 2023 û 31ê Kanûna Pêşî ya 2023an de hatine kirin bi daneyan parve kir. Wezîr Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî destnîşan kir û got: „Emê li dijî terorîstên ku yekîtiya welêt tehdîd dikin bi biryardarî têdikoşin“.

Yerlikaya da zanîn ku di operasyonên li dijî PKK de 682 operasyon hatine kirin, 923 PKKî hatine berterefkirin, 7 hezar û 716 şikbar hatine binçavkirin. Ji wan hezar û 555 kes hatine girtin. Ji bo hezar û 683 kesan biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Operasyonên FETO: 6 hezar û 775 operasyon hatine kirin. 9 hezar û 639 şikbar hatine binçavkirin. Ji wan hezar û 689 hatine girtin. Ji bo hezar û 677 kesan biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Operasyonên DEAŞê: 1500 operasyon hatine kirin. Ji wan 2 hezar û 800 kes hatine binçavkirin. 738 ji wan hatine girtin. Ji bo 650 ji wan biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Li dijî Rêxistinên Çepgir operasyon: 358 operasyon hatine kirin. 11 çepgir hatine berterefkirin. 737 gumanbar hatine binçavkirin. 97 ji wan hatine girtin. Ji bo 207 kesan biryara kontrola edlî hatiye dayîn.

Back to top button