Yekitiyek Netewî pêwiste ne yekitiyên sexte
Li bakurê Kurdistanê demek dirêj e hawladan ji bo yekitiyekî di mercên bakurê Kurdistanê de hene. Lê mixabin heta wek îro tu destkeftiyek berbiçav pêknehatiye.
Wek tê zanîn HDP bi gelek zanebûn dixwaze hemû hewldanên ji bo yekitiyek li ser nirxên netwî û di bin Ala Kurdistanê de bê kirin beravêtî bike û li gora xwe ji bo berjewendiyên partiya xwe xelkekî bi nave yekitiyê li dora xwe kom dike û ji bo Yekitiyek netewî dibe asteng.
Di vê derbarê de gelek rexne li HDPê û aliyên ji bo berjewendiyên kesayetî ku xwe spartîn HDPê hatine kirin , gotina herî vekirî ew ji xeta Kurdistanî dûrin .
Lê ji derê HDPê û aliyên jêre bûyîn dûvîk jî partiyên kurd hene . Partiyên wek PAK. PSK , HAK PAR dikarin banek ji bo yekitiyê ava bikin. Ev aliyên siyasî dikarin pêşniyarek ji HUDA PARê re jî bibin. Di mercên ku tevgera kurd têre derbas dibe imkana ku aliyên siyasî yên ku xwe ji leyiztik û xirabiyên HDPê parastîn dikarin werin ba hev û gavek erênî bavîjin. Eger ev alî di çerçoveyek netewî de li hev bikin û platformek berfireh avabikin, dê gelek dezgehên sivîl, komele û kesayetên siyasî û niştiman perwer di vê platforma netewî de cih bigrin.
Di rastiya xwe de tu astengek berbiçav ji bo di vê derbarê de gav bêne avêtin tuneye. Niha ji aliyekî ve dema mirov rexneya li HDPê û derdora wê bike, divê bedilek din jî derêxe holê. Di vê qonaxê de ev bedîl tevgera siyasî ji derê HDPê û derdora wê ye.
Bê guman eger HDP berê xwe bide siyasetek netewî û xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî bi nav bike û berê xwe ji siyaseta yekalî bide aliyekî û bibe tevgerek Netewî li gel HDPê jî hevkarî têne kirin.
Heta ku mirov bi çavek tektîkî li çêkirina yekitiya binêre û ji bo berjewendiyên rojane û gurubî li yekitiya bigere , mirov tu encamekî destve neyne.
Di pirsa yekitiyê de gerek aliyên siyasî zelalbin û berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên rêxistînî re bigrin. Dema ev yek di zihniyeta hemû aliyan de peyda bibe , tu sedemek ku Yekitiyek Netewî newê avakirin li holê namîne.
Yekitiyek Netewî li ser kîjan prensîban tê avakirin?
Prensîbên Yekitîyê:
– Pirsa Kurd û Kurdistanê , divê li ser esasê mafê çarenûsîya miletê Kurd bê çareserkirin. Ji bo kurd tercîha xwe bi awayekî azadî bikin divê zemîneke aştîyane, wekhev û demokratîk bê amadekirin. Hingê gelê Kurdistanê ji Serxewbûn, Federasyon yan jî Otonomiyê kîjanê bixwaze ew dibe tercîha gel bi xwe.
– Bingeha yekitîyê, tekoşîna ji bo azadîya kurd û Kurdistanê ye.Li ser vê bingehê divê hemû aliyên siyasî û pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî , civakî di nav vê yekitîyê de cîh bigirin.
– Di nava kurdan de neyartî û şerê hevûdin kirin divê wek tawaneke netewî bê qebûlkirin. Di her pirsgirêkê de divê rêyên diyalogê û dayinstandinê bê bikaranîn.
– Di yekitîya nava aliyên siyasî de; statuya Kurdistanê, nasnameya netewî û perwerdeya bi zimanê kurdî(Kurmacî û Zazakî), azadîya ramanî û birêxistinbûyinê, pîvanên demokrasî, edalet û azadîyê divê daxwaziyên bingehîn bin. Li Bakurê Kurdistanê kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê bibe zimanên fermî.
– Hemû aliyên siyasî yên eşkere û yasayî di nav yekitiyê de dikarin cîh bigirin û xebata siyasî bi metodên demokratik û aşitîyane tê kirin. Rêya şîdetê nayê bikaranîn.
– Li Tirkiye li gel hêzên demokratik, yên ku, mafê kurdan diparêzin û pirsa kurd qebûl dikin, hevkarî tê kirin.
– Ev yekitî yekitîyeke li ser prensîbên neteweyî û Kurdistanî ye û dive xetek di navbera vê yekitîyê û siyaseta ku hebûna Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd red dike hebe. Lê nabe ku hebûna xwe li ser dijberiya tu aliyekî tarîf bike.
– Ev yekitî xebata xwe ya esasî li bakurê Kurdistanê dimeşîne. Û bêyî destdirêjîyê li tu perçeyên Kurdistanê bike, hemû destkeftinên Kurd û Kurdistaniyan yên xwe dibîne. Peywendîyên li gel beşên din yên Kurdistanê li ser bingehê berjewendîyên netewî û Kurdistanî têne danîn.
– Di hemû çalakîyan de sirûda neteweyî û ala Kurdistanê têne bikaranîn.
28.12.2019
Dara Bilek