Yekitiyek Netewî li bakurê Kurdistanê û aliyên siyasî
Li bakurê Kurdistanê pirsa yekitiyek “Netewî` di rojevê de ye. Ji aliyekî HDP bi navên cuda partî û aliyên xwe yên perewan û beşek ji PDK-Bakur û PDK-T jî daye dûv xwe hewldana “Yekitiyekî“ dike. Siyaseta yekitiya ya HDPê kifşe û ji daxwazî û armancên netewî dûr e.
Ji aliyek din Partiyên ji derveyê vê hevalbendiyê li gora xwe di nava xebatekî de ne. Ji van partiyan, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK û Partiya Sosyalist a Kurdistanê PSK jib o avakirina platformek netewî, di nava çalakiyekî de ne. Herdu partiyan jî ji berî demekî civînek li Diyarbekirê li gel siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî pêkanîn û gavek di vê derbarê de avêtin. Di civîna bi organîzekirina PAK û PSKê de hatî li darxistin de berpirsên HAK-PARê wek çavder amade bibûn.
Lê gelek balkêşe ku ji HUDA PAR di van civînan de amade nebûye. Li gora agahiyan HUDA PAR nehatiye vexwandin. Eger ev partî neyê vexwandin ji bo gotubêjan wek kêmasiyekî ye. Pêwiste sedemên vê yekê vekirî ji raya giştîre bê zelal kirin.
Ji aliyek din ve wek Rojevakurd me nameyek radestî serokê sê partiyen kir. Ji van hersê partiyan serokê PAKê Mistefa Ozçelik û serokê PSKê Mesud Tek bersiva nameya me dan û dîtinên xwe di derbarê yekitiyek netewê li bakurê Kurdistanê eşkere kirin û wek dîtinek hevbeş herdu serokan jî da xûyakirin ku, Yekitiyek Netewî bi hêzên netewî tê avakirin.
Mixabin serokê HAK PARê bersiva nameya me neda. Sedemê ku bersiv nedayî jî em nizanin. Me namê du E-Mailên ku di malpera HAK PARê ya fermî de hatîn diyarkirin re rêkirin. Eger HAK PAR bersivekî bide emê wê jî ji raya giştî re eşkere bikin. Lê li gora nezaketa siyasî gerek bi awayekî bersiva nameya me dabûna. Bê guman ew ne mecbûrin bersiva pirsên me bidin. Lê kêmasî dikarina sedemê vê yekê bidin xûyakirin.
Cardin hêviya me ewe ku HAK PAR jî bi çalakî li gel PAK û PSKê bikeve di nava xebata avakirina banek Netewî li bakurê Kurdistanê. Di vê pêvajoyê de xwedî derketina nirxên netewî û li ser vê bingehê avakirina Yekitiyek Netewî gelekî girîng e.
Herweha pêwend li gel HUDA PARê jî xwedî girîngiyek taybete.
Bi hêviya serkeftinê ji bo pêkanina tifaqê kî li ser xetek netewî li bakurê Kurdistanê..
Nûçe/Analîz
Rojevakurd