Cîhan

Yekîtiya Ewrupa xwe ji bo sizadana tirkiye amade dike

Serokê Dîplomasiyeta Yekîtiya Ewrupa ragihand, yekîtiya wan hejmarek sizayan li dijî tirkiye amade dike û tê çaverê kirin li lûtkeya bê ya yekîtiya wan da guftugo bikin ku biryare li 24ê meha bê birêve biçe. Eve jî wekî bersîvdana ji bo gengeşeyên li navbera Yunanîstan û tirkiye li Rojhilata Deryaya Navîn.

Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa eşkere kir dibe ku rêkarên hejmarek berpirs, yan keştî an jî bikaranîna benderên Ewrupa li xwe bigrin, balkişand li ser wê yekê jî “Yekîtiya wan bi hûrî wan hemû çalakiyan dinirxîne ku li Rojhilata Deryaya Navîn bi neyasayî dizanin”.

Eve di demek daye, piştî wê yekê ku tirkiye bi mebesta lêgerîna li pey çavkaniyên uze û enerjiyê da hejmarek keştiyên pişkinînê şandin navçeyên kêşe li serên Rojhilata Deryaya Navîn, aloziyên di navbera tirkiye û Yunanîstanê zêdetir bûn û Atîna wê hengava Enqere bi neyasayî bi nav dike.

Back to top button