Cîhan
Yekîtiya Ewrûpa: Neçin tirkiye

Yekîtiya Ewrûpa daxwaz ji welatiyên xwe kiriye ku geşt ji bo tirkiye û wan welatan nekin ku ji ber belavbûna virusa Korona li rewşeke xerap da ne.
Rejîma tirkiye dijî wê biryara Yekîtiya Ewrûpa nerazîbûna xwe derbiriye û daxwaz kiriye ku Yekîtiya Ewrûpa divê wekî cîheke guncav ji bo geştiyaran bi nav dike. Ew daxwaza rejîma tirkiye li rewşek daye ku heta niha zêdetirê du sed hezar kes li wî welatî tûşî nexweşiya Korona bûne û zêdetirê pênç hezar kes canê xwe ji dest daye.
Rojane hezar heta 1200 kes hejmara tûşbûyên Korona li tirkiye zêde dibê.
Doh jî wezîrê Derveyê rejîma tirkiye serdana Almanya kir û hêvî ji Almanya kir ku geştiyaran bişînin tirkiye, lê Almanya heta niha li ser wê biryara xwe paşve venegeriyaye.