Serkreterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ku wek xwebexş li navçeya Rebîeyê di nava Pêşmerge de ye, jibilî ragihandina peyama rizgarkirina yekcarî ya Rebîeyê û dana mizgîniya serkeftina Hêzên Pêşmerge, tekez kir ku heta niha 145 km ji axa kurdistanê ji terorîstên DAIŞê hatiye paqij kirin.
Vê êvarê Serkreterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, ji bajerokê Rebîeyê ji Zagros TV re ragihand: “Ev şer li ser me hatiye feriz kirin, ne bi dilê me ye. Rizgarkirina Şingalê û navçeyên derdora wê xemeke mezin e lib a me, ew yek erkê me ye.”
Fazil Mîranî tekez kir ku,“Hêzên Pêşmerge di rewşa pêşrewiyê de ne, heta niha 145 km ji axa kurdistanê ji terorîstên DAIŞê hatiye paqij kirin. Herwiha navçeyên derdora Zumarê hatine rizgar kirin, lê tenê bajerokê Zumar maye.”
Serkreterê Polîtbûroya (PDK) wiha domand: “Peyama min ew e ku Gel û Hêzên Pêşmerge hevdu temam bikin û em yekîtiya xwe li Iraqê li her çar parçên Kurdistanê biparêzin ku ev yek gerentiya serkeftina me ye û bo armancên me yên neteweyî pir girîng e û niha niha ji her demê girîngtir e, ji ber ku xoragiriya me li hember dijminan û pêşeroja gelê me ew yekrêzî girîng û çarenivîsaz dibe.”kdp,info