Kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîr
Pirsa kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, çend rojeke di mediya kurdî û torên civakî de pirseke gerime ku, qaşo serokwezîrê Kurdistanê desthilatên cîgirê xwe Qubad Talebanî kêmkirine. Li ser vê prisê Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de rastiya wê meselê zelal dike. Ergoşî dibêje: – Çend rojeke hindek saziyên ragehanidnê û torên civakî, rast û çep ketine bilavkirina daxuyaniyên hindek berpirs û kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li dor wê yekê ku, qaşo desthilatên birêz Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê hatine kêmkirin û bêy rastiya vê meselê bizanin, her yek ji aliyê xwe ve şîroveyên ecêb li ser dikin. Li dor Ergoşî, diyarkirina wan desthilatan bi timamî bi hevahengî û rêketin digel şexsê cîgirê serokwezîr bû, heta teksa biryarê û diyarkirin û destnîşankirina desthilatan jî ku, serokwezîr îmza li ser kiriye, li ofîsa cîgirê serokwezîr hatibû amadekirin. Ergoşî dibêje ku, ji bo rêgirtin li wan hemû gotin û daxuyaniyên bêmana, ew li bendê bûn Qubad Talebanî bi xwe; hem sazî û nawendên partiya xwe li wê rêketin û hevahengiyê agardar bike, hem jî daxuaniyeke yekalîker li ser vê pirsê bide û dawiyê bi wan hemû qotin û daxuyaniyên bêesas ku, saziyên ragehandinê berdewam ji berpirs û kadiroyên YNKê vediguhêz in, bîne.