Polîtîk

Yekgirtûya Îslamî dê ji Parlamentoya Kurdistanê vekişe

Parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan biryar daku, dema parlementoyê heta demekî dirêj bike.

Serokatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civînek avarte pêkanî. Civîna avarte ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Encûmanê Hadî Elî û bi amadebûna Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn hat kirin. Piştî civînê daxûyaniyek hate ragihandin.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku di civînê de dirêjkirina dema Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî “neqanûnî” hat pênasekirin û encûmena serkirdayetiyê biryar da ku parlamenterên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji 6ê Mijdara 2022an ve ku “dema yasayî ya parlamentoyê bi dawî dibe, ji Parlamentoya Kurdistanê vekişin.”

Roja 9ê Cotmeha 2022an, bi 80 dengan dema vê rûniştina parlamentoyê heta dawiya rûniştina payîzê ku ew jî dibe dawiya sala 2023an hat dirêjkirin.

Projeyasaya dirêjkirina rûniştina niha ya Parlamentoya Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan; firaksyonên Komela Dadgerî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) û Nifşê Nû, hinek parlamenterên Goranê û hinek jî parlamenterên serbixwe li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê bûn.

Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê li ser sedema dirêjkirina dema parlamentoyê di daxuyaniyekê de gotibû, “Armanca derxistina yasayê nehîştina valahiyên yasayî û destûrî û parastina yekrêziya nîştimanî û zêdetir amadekarî ji bo civîna şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.”

Back to top button