Polîtîk

Yekemîn firokevana jin

 Keçe bajarê Duhokê Rêjîn Mihemed Hisên dipolomaya firokevaniya medenî li Birîtaniya û Urdinê wergirt û ew bide yekemîn jin li ser astê Îraq û Kurdistanê vê dipilomayê werdigire û dibe pîlot.

Waliyê Duhokê Ferhad Emîn pêşwazî li yekemîn firokevana kurd a jin Rêjîn Mihemed kir û di hevdîtinekê de pîrozbahî li wê û malbata wê kir ku ew karî wê diplomayê bidest bîne û xizmeta gel û welatê xwe bike û hêvî kir ku, mînakên weke wê pir bin.

Li gor malpera War, Rêjîn li dor wergirtina bawernameya firokevaniya medenî dibêje ku, ew sala 2012 çû Birîtaniyayê ji bo xandina firokevaniyê û paşî ew çûye Urdinê û li wir xandina xwe timam kiriye.  

Back to top button