Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ji Rûdawê re ragihand, yekemîn civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Davosê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.Heather Nauert di konfranseke rojnamevanî de li Waşingtonê bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê da û ragihand: “Yekemîn civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî ku gihîşte Davosê, li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê Nêçîrvan Barzanî bû.”Heather Nauert herwiha got, Rex Tillerson “paşê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.”Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka derbarê naveroka gotûbêjên Tillerson bi Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî re jî got: “Hûrgiliyên wan civînan li cem min nîne, lê belê her dema ku hûrgilî gihîştin destê min, ez dê ji we re rabigihînim.”
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Araqçî: Ziyanên me zêde ne27/06/2025