YE wê hejmara karmendên li ser sînorê Tirkiyeyê zêde bike
Dezgeha parastina sînor a Yekîtiya Ewropayê (YE) Frontex plan dike ku,hejmara karmendên li ser sînorê Bulgaristanê bi Tirkiye û Sirbîstanê re dixebitin sê qat zêde bike. Rêveberê Ajansê Hans Leijtens di daxuyaniya xwe ya li deriyê sînor ê Tirkiye-Bûlgarîstanê de,diyar kir ku ji 20ê Adarê û pê ve 500 heta 600 efserên din ên Frontexê dê li Bulgaristanê bên erkdarkirin.
Ajansa nûçeyan a Bulgarîstanê BTA ragihand ku Leijtens beriya niha bi Wezîrê Karên Hundir ê Bulgarîstanê Kalin Stoyanov re tedbîrên li ser sînorê Bulgaristanê bi Tirkiyeyê re nirxandibû. Leijtens diyar kir ku Frontex “Ne tenê sînoran, nirxên Ewropayê jî diparêze”, Leijtens got ku di nav efserên nû yên ku dê li Bulgaristanê bên wezîfedarkirin de dê pisporên parastina mafên mirovan hebin. Ajans gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan li dijî penaberan li ser sînorên Yekîtiya Ewropî tê tawanbar kirin û çavê xwe ji kiryarên paşvekêşanê re digire ku peymanên navneteweyî binpê dikin.
Sînorê bejayî yê Bulgarîstanê yê bi Tirkiyeyê re 259 kîlometre ye, ji sala 2017’an û vir ve bi têlekî li ser sînor hatiye çêkirin û bi kamerayên termal tê şopandin. Tevî van tedbîran jî, bi alîkariya qaçaxçiyên mirovan gelek caran bi awayekî neqanûnî li ser sînor derbas dibin. Penaberên ku naxwazin li Bulgarîstanê, welatê herî xizan ê YEyê, bên qeydkirin, bi gelemperî ji Sirbîstanê derbasî welatên Ewropaya Navîn û Rojava dibin da ku serlêdana penaberiyê bikin.
Rêvebirê Frontexê bal kişand ser wê yekê ku Bulgaristan “rolek pir girîng” di parastina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropî de dilîze û got ku ew “bi tevahî piştgirîya” beşdarbûna vî welatî di devera Şengenê de dike. Tê payîn ku Bulgaristan di meha Adarê de tevlî qada tevgera azad bibe. Dema ku tê plankirin ku di qonaxa yekem de tenê kontrolên sînorên hundirîn ên hewayî û deryayî bên rakirin, Sofya jî daxwaza rakirina kontrola bejayî dike.
Romanya û Bulgaristan ku di sala 2007an de bûne endamên YEyê, heta Îlona borî ji ber gendelî û sûcên organîze di bin çavdêriya taybet a Yekîtiyê de man.