Polîtîk

YE: pirsa kurd pêş neketiye

Komisyona Yekitiya Ewropa li ser ketina Tirkiye ya Yekitiya Ewropa û herweha li ser guhertinên li Tirkiye di derbarê pirsa kurd de pêkhatîn rapora xwe ya sala 2012-ê ragihand.

Di rapora YE de didê xuyakirin ku bûyera Roboskiyê bû sedemek ku baweriya ku li hukumetê heyî hate winda kirin.

Herweha di raporê de hatiye eşkerekirin ku, li Tirkiye di derbarê pirsa kurd de tu pêşkevtin çênebûne. Vekirina demokratik ya ku sala 2009-ê destpêkirî pêşneket û hate sekinandin. Lê di vê pêvajoyê de oparsyonên leşkerî û çelakiyên dijê hukumetê zêde bûn.

Di dirêjahiya raporê de behsa operasyon û girtiyên di çerçova doza KCK-ê de hate kirin .Di derbarê komkujiya Robiskiyê de jî rexne li hukumetê hatiye kirin ku, hukumetê lêpirsînek şefaf nekiriye û divê îdiayên di derbarê bûyera Roboskiyê de heyîn bêne zelal kirin.

Raporê de behsa dadgeh kirina doza Ergenekon û Balyozê tê kirin û pêvajoya dadgehkirinê tê rexne kirin. Lê vekirina van herdu doza jî wek gavek  girîng ji bo demokrasiyê te nirxandin.

Back to top button